ROJAVA-SÛRIYE
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl got, “Em sîstemeke nenavendî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû Sûriyeyê dixwaz in.”
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serê sibehê serdana goristanên şehîdan kirin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êvara Cejna Qurbanê de serdana goristanên şehîdan kirin.
Gelê Til Temir û Zirganê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarên Qamişlo û Girkê Legê meş hatin lidarxistin. Bi hezaran kes meşiyan û diyark irin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gava esasî ya aştiyê ye.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Li Tebqayê cenazeyê 4 şehîdan hatin veşartin
Bi sedan welatiyên Tebqayê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê û endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn ku li bajarê Reqayê di teqîna mayîneke çeteyên DAIŞ’ê de şehîd ketibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.
-
-
-
-
-
Cenazeyê 4 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Şedadê cenazeyê 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şedadê veşartin. Her wiha di merasîmê de nasnameya 2 şehîdan jî hate eşkere kirin.
-
-
Demokrasî tê Dêra Zorê
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah serdana gundên Dêra Zorê yên hatine rizgarkirin dike û hem pêdiviyên gel tespît dike, hem jî qala Bakurê Sûriyeyê ya demokratîk dike.
-
Cenazeyê 2 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin
Welatiyên herêma Efrînê cenazeyê endamê Asayîşê Welîd Muslim û şervanê Hêzên Erkaxweparastinê Azad Nesan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîg a gundê Matîna ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê veşartin.
-
YPG: Rojhilatê Dêra Zorê bi temamî hate rizgarkirin
YPG'ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li gel generalekî Rûs ragihand, ku rojhilatê Dêra Zorê bi temamî hatiye rizgarkirin û got, "Di demeke nêzîk de wê ji serokên eşîreyan, rûspî û kesayetên maqûl ên herêmê, rêveberiya herêmê bê avakirin."
-
Cenazeyê şehîd Ehmed El-Elî hat veşartin
Welatiyên navçeya Til Hemîs cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê şehîd Ehmed El- Elî li Goristana Şehîd Raxib El-Etiyê ya li gundê El-Salihiyê bi merasîmekê veşartin.
-
Efrînê bersiva gefan bi çûna ser sindoqan dan
Li Bakurê Sûriyeyê ya ku ji bo hilbijartina endamên meclîsên xw cihî ku duh çûbûn ser sindoqan, li Herêma Erfînê ya ku dewleta Tirk kiriye hedef jî gel rêjeyek nêzî sedî 90 dengê xwe bikar anîye.
-
-
Li Girê Spî cenazeyê Şehîd Mûstefa spartin axê
Bi sedan welatiyên kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Hîşam Mûstefa yê ku di çalakiya paqijkirina mayînên çeteyên DAIŞ’ê de li bajarê Reqayê şehîd bibû, bi merasîmekê spartin axê.
-
-
YPG’ê bîlançoya meha Mijdarê ragihand
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya meha Mijdarê ragihand. Di bîlançoyê de li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrîn, Reqa, Dêra Zorê agahî hatine dayin.
-
QSD ji bo Efrînê amadekariyan dike
Yek ji Fermandarên Pêngava Bagera Cizîrê Qamişlo, “ji bo parastina Efrîn û Şehbayê; ji bo dawî lê anîna dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûriyeyê amadekariyên bihêz yên me hene”.
-
-
-
-
-