Li Tebqayê cenazeyê 4 şehîdan hatin veşartin

Bi sedan welatiyên Tebqayê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê û endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn ku li bajarê Reqayê di teqîna mayîneke çeteyên DAIŞ’ê de şehîd ketibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.

Cenazeyên şehîd Mihemed Mûstefa (Ebû Ehmed), Welîd Ehmed (El-Hot), Ebdilezîm El-Necim (Ebû Sûad) û Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Yûsif El-Ehmed (Yûsif Reqa) piştî nîvroj ji bajarê Kobanê ber bi bajarê Tebqayê ve hatin şandin.

Bi sedan welatiyên bajarê Tebqa, navçeyên El-Curniyê û El-Mensûra yên ku li benda karwanê şehîdan bûn, cenazeyên şehîdan wergirtin û ber bi Goristana şehîdên Tebqayê ve bi rêketin.

Di merasîmê de şêxên eşîran û endamên sazî û meclîsên herêmê û endamên fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) amade bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Di merasîmê de li ser navê QSD’ê Omer Gabar, li ser navê Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Reqayê Şêx Hamid El-Ferec û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Meryem El-Şerîfî axivîn.

Di axaftina de sersaxî ji bmalbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin ku divê ciwan herêmên lê dijîn biparêzin.

Dîsa hate bibîrxistin ku bi saya xwîna şehîdan welatî li herêmê bi azadî dijîn, di dawiya axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmin û tilîliyên dayikan ve hate veşartin.