Encama hilbijartinên li Şehbayê hate eşkere kirin

Komîseriya Bilind a Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê encamên hilbijartinên Kantona Şehbayê ya Herêma Efrînê ragihand a ku di 1’ê Kanûnê de meclîsên xwecihî hatibûn hilbijartin.

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Şehbayê Duha Elûş li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê encamên hilbijartinan bi daxuyaniyekê ragihand.

Di daxuyaniyê de malavahiya hemû kesên ku di qonaxa duyemîn a hilbijartinên sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê de ked û xebat kirine, hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê encama hilbijartinên rêveberiyên herêmî li Kantona Şehbayê wiha ye:

-Hejmara giştî ya hilbijêran (Kesên deng dane): 29765

-Dengên hatine dûrxistin: 16

-Dengên hatin betalkirin: 169

Hejmara kursiyên li Şehbayê hatine bidestxistin li gorî lîsteyên hilbijartinan:

Meclîsa Kantona Şehbayê

Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 62 kursî

Kesên serbixwe: Tune

Meclîsa Navçeya Kefernaya

Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 41 kursî

Kesên serbixwe: Kursiyek (Merwan Hisên El-Elî)

Meclîsa Navçeya Fafînê

Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 41 kursî

Kesên serbixwe: Kursiyek (Edhem Hisên Ebdulqadir Bozo)

Meclîsa Navçeya Ihrisê

Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 42 kursî

Kesên serbixwe: Tune

Meclîsa Navçeya Til Rifet

Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 41 kursî

Kesên serbixwe: Kursiyek (Mihemed Ebdo Heneş)