Demokrasî tê Dêra Zorê
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah serdana gundên Dêra Zorê yên hatine rizgarkirin dike û hem pêdiviyên gel tespît dike, hem jî qala Bakurê Sûriyeyê ya demokratîk dike.
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah serdana gundên Dêra Zorê yên hatine rizgarkirin dike û hem pêdiviyên gel tespît dike, hem jî qala Bakurê Sûriyeyê ya demokratîk dike.
Pêngava Bagera Cizîrê ku bi pêşengiya Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê roja 9'ê Îlonê dest pê kir, êdî gihîştiye qonaxa dawî. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku rojhilatê Firatê heta sînorê Iraqê rizgar kirin, li qadên rizgarkirî lêgerînê dikin û piştî ku herêmê ji mayinan paqij dikin, rê li ber vegera gel vedikin. Bi vegera şêniyên herêmê re hem hewl didin bersivê bidin pêdiviyên wan, hem jî wan bi rêxistin dikin.
Tevî Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê, Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah jî serdana gel dike û li pirsgirêkên wan guhdarî dike. Berdevk Ebdullah ku yek bi yek serdana gundan dike, li her gundî bi baldarî tê pêşwazîkirin. Şêniyên herêmê jî qala mexdûriyeta xwe û zilma ku DAIŞ'ê li wan kiriye, dikin. Jin dibêjin, yekane daxwaza wan ew e ku êdî bê tirs karibin li mala xwe bijîn. Berdevk Lîlwa Ebdullah destnîşan dike ku piştî pêngavê wê meclîsa sivîl a heyî bê berfirehkirin, meclîsên komun û xwecihî werin avakirin û êdî gel wê xwe bi xwe bi rê ve bibe.
DIVÊ TRAVMAYÊ JI SER XWE BIAVÊJIN
Berdevk Ebdullah anî ziman ku ew dixwazin derfetan biafirînin ji bo gelê ku bi salan di bin zilma DAIŞ'ê de maye, vê travmayê ji ser xwe biavêje û xwe ewle bibîne. Lîlwa Ebdullah ku bi xwe jî ji Dêra Zorê ye wiha dewam dike: "Ez zanim bê çi bi serê vî gelî hat û çi hîs dike. Gel êdî hêdî hêdî li qadên rizgarkirî vedigere. Ji aliyekî ve jî zivistan tê. Pêwîstiya vî gelî bi gelek tiştan heye. Em li nava gel digerin û hem pêwîstiya wan tespît dikin, hem jî qala modela Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk dikin. Gel êdî demokrasiyê nas dike û her ku em qalê dikin, hê bi kêf û xweşî dipejirîne. Rêveberiya xwe bi xwe ya gel û afirandina mekanîzmayên vê yekê, bi baldarî tê pêşwazîkirin."