YPG'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

YPG'ê nasnameya 7 şervanên xwe yên di navbera 15'ê Adara 2015'an û 3'ê Kanûna 2017'an de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya înternetê weşand û nasnameya 7 şehîdan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di pêngava rizgarkirina Dêra Zorê de ku ber bi dawiyê ve diçe 3 şervan şehîd bûne. Di dewama daxuyaniyê de nasnameya 4 şervanên ku di demên cuda de şehîd bûn hate eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan hat xwestin û hat gotin, "Em soz didin ku em ê timî li ser şopa şehîdan bin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Silava Serbest
Nav paşnav: Eyşe Osman
Navê Dayîkê: Qedriye
Navê Bav: Mistefa
Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 22 Mijdar 2017 - Tebqa

Nasnav: Demhat Tirbespiyê
Nav paşnav: Mefuz Xelîl Hiseyn
Navê Dayîkê: Hezîme
Navê Bav: Xelîl
Cihê ji Dayîkbûnê: Tirbespiyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 3'ê Kanûna 2017 - Tirbespiyê

Nasnav: Kamûran
Nav paşnav: Xelîl Elî
Navê Dayîkê: Nehdiyê
Navê Bav: Feysel
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 2'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Solar
Nav paşnav: Ced Cadalllah Sallal
Navê Dayîkê: Meswere
Navê Bav: Elî
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 25'ê Mijdar 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Qendîl Kurdistan
Nav paşnav: Mistefa Nesan
Navê Dayîkê: Ferîda
Navê Bav: Îsmaîl
Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 2'ê Kanûna 2017 - Kobanê

Nasnav: Bager Întîkam
Nav paşnav: Mazlûm Barûtçû
Navê Dayîkê: Melihe
Navê Bav: Alî Riza
Cihê ji Dayîkbûnê: Mûş
Cîh û Dîroka Şehadetê: 15'ê Adar 2015 – Til Temir

Nasnav: Heyisem Kobanê
Nav paşnav: Heyisem Alî
Navê Dayîkê: Fadiya
Navê Bav: Weso
Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 1'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor