YPG’ê bîlançoya meha Mijdarê ragihand
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya meha Mijdarê ragihand. Di bîlançoyê de li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrîn, Reqa, Dêra Zorê agahî hatine dayin.
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya meha Mijdarê ragihand. Di bîlançoyê de li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrîn, Reqa, Dêra Zorê agahî hatine dayin.
Navenda Ragihaninê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya meha Mijdarê ragihand. Di bîlançoyê de li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrîn, Reqa, Dêra Zorê agahî hatine dayin. Her wiha tê diyarkirin ku YPG/YPJ li dijî êrîşan bersiv dane.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Di Mijdara 2017’an de hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li seranserê Rojava û bakûrê Sûriyê, bi armanca şerê li dijî terorîzmê û parastina gelên Rojava bi awayekî çalak xebatên xwe meşandine; li dijî her cûre êrîş û xeteriyan, di çarçoveya Parastina Rewa de bersiv dane.
EFRÎN: Êriş û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wê de tevdigerin li ser Rojava û bakurê Sûriyê berdewam dikin. Di Mijdara 2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk gelek caran hewl dane ku êrişî gund û sînorê herêma Efrînê bikin. Lê belê hemû êriş û hewldanên çeteyan vala hatine derxistin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li dijî van hewldanan mafê parastina rewa û bersivdayînê bikar anîne.
7. Şehîd: Di encama pevçûnên dijwar yên di navbera hêzên me û artêşa dagirker a Tirk de hevalekî me bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.
REQA: Piştî bidawîbûna pêngavê, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi awayekî çalak di xebatên paqijkirina mayinan de cihê xwe digirin.
Di meha Mijdarê de, di nav kar û xebatên paqijkirina mayinan de 4 hevalên me gihîştin şehadetê.
DÊRA ZOR: Pêngava Bagera Cizîrê a ku di 9’ê Îlonê bi serkêşiya Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê li bakurê Dêra Zorê û rexên Çemê Firatê hatibû destpêkirin, bi piştevaniya QSD’ê û di bin pêşengtiya şervanên YPG’ê û YPJ’ê dewam dike. Di nav de bajarokê Mergedê û 24 gundên girêdayî wê tevî deh hezaran sîvîl ji dagirkeriya DAIŞê hatine rizgarkirin. Ruxmê hemû êrîşên çeteyan jî, şervanên QSD’ê herêmên rizgarkirî bi awayekî serkeftî parastine. Bi hezaran welatiyên Dêrazorê ku hem ji rejîma Sûrî û çeteyên DAIŞê direvin berê xwe danê hêzên QSDê û ji cihên ewle re hatine veguhestin. Bi vê pêşdeçûnê re şervanan xwe gihandine sînorê Iraqê û qadên di bin kontrola çeteyan de mayî bi tevahî ketiye dorpêçê. Li herêmê di encama şer û pevçûnên giran de 33 hevalên me gihîştine şehadetê.
ŞEHÎDÊN ME: Herwiha, di cih û demên cûda de 3 rêhevalên me ji ber sedemên cûda şehîd bûne. Di Mijdara 2017’an de 41 hevrêyên me ji hemû pêkhateyên Rojava û bakurê Sûriyê di çarçoveya pêngava dîrokî ya Bagera Cizîrê û berxwedana Efrînê bi lehengî şer kirine û gihiştine şehadetê.”