Çeteyên êrîş kirin derba giran xwarin: 46 çete hatin kuştin

Li bejahiya Dêra Zorê, çeteyên ku êrîşên nuqteyên QSD'ê kirin derba giran xwarin. Di şer de 46 çete hatin kuştin.

Pêngava Bagera Cizîrê di roja 87'an de dewam dike û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin. Çeteyên DAÎŞ'ê ku li ber xelasbûnê ne, êrîşê dibin ser bendên QSD'ê û bi vî rengî hewl didin emrê xwe dirêj bikin.

Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê êrîş birin ser nuqteyên QSD'ê yên li gundên Ebû Hemam û Siwedahê.

Şervanan bersiv dan çeteyan û şerekî dijwar li vir dest pê kir. Di encama vî şerî de 46 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û wesayiteke çeteyan a bombebarkirî ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate bêbandorkirin.

Di vî şerî de 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn.

Êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê bi giranî hate şikandin, lê hê li hin cihan carna şer diqewime.