Cenazeyê şehîd Ehmed El-Elî hat veşartin

Welatiyên navçeya Til Hemîs cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê şehîd Ehmed El- Elî li Goristana Şehîd Raxib El-Etiyê ya li gundê El-Salihiyê bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Til Hemîs ên ji bo darbesta cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê şehîd Ehmed El- Elî li pêşiya navenda Meclîsa taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn, cenaze wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Raxib El-Etiyê ya li gundê El-Salihiyê ya rojavayê bajaroka Til Hemîs ve ketin rê.

Darbesta cenazeyê Şehîd El Elî ji pêşiya goristanê hildan ser mila heta cihê merasîmê. Li vir bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve merasîm destpê kir

Di merasîmê de Hevserokê Desteya Karûbarên Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Xilyewî, li ser navê TEV-DEM’ê jî Salih El-Xelef axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û diyar kirin ku şehîd rêberên têkoşînê ne. Dîsa hate gotin ku bi saya xwîna şehîdan Bakurê Sûriye û herêmên lê dijîn ji gemariya çeteyan hatiye rizgarkirin. Di axaftina de hate diyarkirin ku wê heta dawî girêdayî xeta şehîd û bîranînê wan bin.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd El-Elî bi dirûşima ‘Şehîd Namire’ û tilîliyên dayikan ve hate veşartin.