Bagera Cizîrê: 72 çete hatin kuştin

Di çarçoveya Pengava Bagera Cizîrê de li gundê Siwedanê şêrê giran berdewam dikin, heta niha 72 çete hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ku 84 roj in berdewam dike de, şervanên QSD’ê darbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê didin. Herî dawî li gundê Siwedan ku 25 km dikeve bakurê rojhilate Dêra Zorê ev 3 roj in di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIS’ê de şêrê giran rû didin. Di encama şerê Siwedanê ku heta niha berdewam dike de 72 çete hatin kuştin, wesayîteke doçka hate rûxandin, rêjeyek cebilxane û 5 çete jî dîl ket destê şervanên QSD’ê.

Di şerê Siwedanê de 7 şervanên QSD’ê jî şehîd ketin. Şervanên QSD’ê heta niha li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de berxwedana xwe didomînin.