Li Bakurê Sûriyê coşiya hilbijartinê
Hilbijartina ‘Meclîsa Xwecih’ a li Bakurê Sûriyê bi hemû kelecaniya xwe didome. Gel bi coşiyekê diçine ser sendoqan.
Hilbijartina ‘Meclîsa Xwecih’ a li Bakurê Sûriyê bi hemû kelecaniya xwe didome. Gel bi coşiyekê diçine ser sendoqan.
Qonaxa duyê ya hilbijartinê ya Federasyona Bakurê Sûriyê dest pê kir. Piştî ku rojê hilat gelê Federasyonê ber bi navendên hilbijatinê ve çûn. Yixtiyar û nexweş jî di nav de pêwendiyeke zêde ya gel ji bo hilbijartinê heye. Tê gotin rêjeya çûna ser sendoqê wê zêde bin.
Ji bo hilbijartinê nêzî 800 hezar kartên hilbijêran hatine belvakirin. Li gorî rêjeya hilbijartinê ya ‘Hevseroktiya Komunê’ ku Îlonê pêk hatibû tê dîtin ku 100 hezar hilbijêr zêde bûne.
Li ber navendên hilbijartinê mirov ketine dorê, dayik di hembêza wan de zarokên wan, mirovên nexweş hatine ber navendên hilbijartinê û bi kelecaniyekê li bendê ne ku dengên xwe bidin.
Li Kobanê jî dayikek bi cêwiyên xwe Şîlan û Zîlan diçine ser sendoqê. Li Qamişlo li taxa Xerbî jin bi komî, bi dirûşmên ‘şehîd namirin’ ber bi navendên hilbijartinê ve diçin.
ŞANDEYA HDP, YNK, PDK, GORAN Û OY VE ÖTESİ HILBIJARTINÊ DIŞOPÎNIN
Li herêmên Cizîr, Firat û Efrînê 303 navendên hilbijartinê hatine danîn û 10 hezar û 825 kes peywirdarên sendoqan in. Her wiha şandeyên HDP, YNK, Goran, PDK’ê û Oy ve Otesî, rêxistinên civaka sivîl ên ji Tirkiyê hatin jî hilbijartinê dişopînin û çavdêriyên xwe tomar dikin.
Nûçegihan Hayrî Kiziler dibêje ev hilbijartin ji bo gelên Rojhilata Navîn mînaka demokrasşyê ye û wê qedera herêmê biguhere.