Li Girê Spî cenazeyê Şehîd Mûstefa spartin axê

Bi sedan welatiyên kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Hîşam Mûstefa yê ku di çalakiya paqijkirina mayînên çeteyên DAIŞ’ê de li bajarê Reqayê şehîd bibû, bi merasîmekê spartin axê.

Girseya gel piştî ku darbesta cenazeyê şehîd Haşim Mûstefa wergirtin, ji Çerxeriya El-Elem ber bi Goristana şehîd Mehmûd Tuhmê ya li gundê Tenhûzê ve ketin rê. Girseya gel alên YPG’ê, YPJ’ê, QSD’ê û TEV-DEM’ê bilind kirin.

Di merasîmê de Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zelîxa Ebdî û endamê Rêveberiya TEV-DEM’ê Selahedîn Ferat û bi sedan welatiyên ji pêkhateyên herêmê amade bûn.

Li goristanê li gel bi deqeyek rêzgirtina leşkerî merasîm destpê kir. Paşê jî hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girê Spî Wehîd Ebdullah, Endamê Kongra Star Muna El-Eswed û Endamê Rêveberiya Komîteya Lihevanînê şêx Îbrahîm El-Îsa axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd û hemû gelên Bakurê Sûriyeyê re xwestin û diyar kirin ku bi saya fedekariya şervanan û xwîna şehîdan ev destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê hatine bidest xistin û van ciwanan ji bo mirovahiyê û azadiyê û biratiya gelan xwîna xwe feda kirine.

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîd Haşim Mûstefa hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de jî cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd namire’ spartin axê.