Cenazeyê şehîdên azadiyê bi merasîmeke heybet spartin axê

Bi sedan welatiyên Tirbespiyê û Kobanê bi merasîmekî heybet cenazeyên şervanên YPG’ê Mehfîf Hisên (Demhat Tirbespiye), Heysem Elî (Heysem Kobanê), Mûstefa Nehsan û şervana YPJ’ê Ayşe Osman (Silava Serbest) spartin axê.

TIRBESPIYÊ 

Bi sedan welatiyên Tirbêspiyê û derdorî wê cenazeyê Fermandarê YPG’ê Mehfîf Hisên (Demhat Tirbespiye) ku dema li ser erka xwe bû di ecama qezaykê de şehîd bibû, bi marasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehîd Dilşêr spartin axê.

Cenazeyê Şehîd Demhat Tirbestpiyê ji aliyê sedan welatiyan ve bi tilîlî û dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve li goristanê hat pêşwazîkirin. Li vir bi bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê gelek axaftin hatin kirin, li ser navê YPG’ê û YPJ’ê Fermandariyê Dilbirîn Ferho axivî. Her wiha li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî Celal Hisên axivî.

Axaftvanan di destpêkê de sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan dubare kirin. Her wiha diyar kirin ku têkoşîna şehîd Demhat û rola wî di avakirin YPG’ê li Tirbespiyê gelekî girîng bû.

Di merasîmê de her wiha li ser navê malbata şehîd Demhat pismamê wî Fesîh Hisên axivî û spasiya beşdarvanên merasîmê kir û wiha got: “Em ê rêya şehîdên xwe li ser rêgez, fikr û felsefeiya Rêber Ocalan bişopînin. Me 8 şehîd dan û em amade ne bêtir bidin.”

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Paşê jî welatiyan cenazeyê şehîd Demhat Tirbespiyê di nava tilîliyên dayikan û durişmeyan de spatin axê.

KOBANÊ

Bi hezaran welatiyên kantona Kobanê bi armanca merasîma cenazeyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Heysem Elî (Heysem Kobanê) ên ku di pêngava Bagera Cizîrê de, Mûstefa Nehsan ku di qezayeke trafîkê de li gundê Girk ê girêdayî Sirrînê û Eyşe Osman (Silava Serbest) a ku di qezayeke tirafîkê de li bajarê Tebqayê şehîd bibûn, li pêşiya Goristana Şehîd Dicle kom bûn.

Li vir merasîmeke bi heybet hate lidarxistin û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Kobanê û saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hate destpêkirin. Paşê li ser navê YPG’ê û YPJ’ê endamê Fermandariyê Dilbirîn Kobanê axivî û wiha got: “şervanên YPG’ê û YPJ’ê her tim amade ne li hemberî êrîşên komên çete li ber xwe bidin. Em ti carî gav paş ve navêjin.”

Dilbirîn Kobanê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê dubare kir.

Di merasîmê de her wiha Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Îzet Hemo axivî û got: “Van şehîdan rêya têkoşeran şopandin û bi saya xwîna şehîdan terora herî hovane di cîhanê de li ser destên şervanên YPG’ê û YPJ’ê hate têkşikandin.”

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehadeta hersê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre jî cenazeyên şehîdan di nava tilîliyên dayikan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.