YPG'ê bîlançoya êrîşên 13 rojan ên artêşa Tirk eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk ên 13 rojên dawî yên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.

Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin ku êrîşên artêşa Tirk û komên wê yên çete, her wiha zêdegaviya wan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bê navber dewam dikin û hat gotin, "Êrîş bi piranî li ser gundewar û navçeyên Şêrawa, Cindirêsê û Bilbilê yên Kantona Efrînê pêk tên. Di encama bersivdayîna hêzên me de di navbera hêzên me û leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer derket."
 
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Ji 18 heta 30'ê Mijdarê êrîşên leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên wekî doçka, BKC, RPG-7, SPG-9, Tank, obûs û topên hawanê hatin kirin. Êrîş bi piranî li ser Girê Qestelê, Eleqînê, Basûfanê, Girê Banî, Girê Barîn, Merenaz, Girê Batman, Girê Bahoz, Girê Baz, Girê Bager, El Kamiyê, Girê Baxtiyar, Başemrê, Eyn Deqnê, eniya Kil Cibrîn, Girê Baflor, Gundê Zarê û Boxaza Gundê Zarê, Bircikê Silêman, Girê Başûr û Dîkmedaşê yên Kantona Efrînê pêk tên û di heman wextê de bi çekên giran û çekên navîn bersiv ji hêzên me digirin.

Di şerê 13 rojên dawî de de, li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin leşkerekî artêşa Tirk birîndar bûye. Dibe ku kuştî û birîndarên leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê hîn zêdetir bin. Lê agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Ji aliyê din ve di encama van êrîşan de şêniyên herêmê rastî zerarên maddî hatin. Dîsa gera balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer ên artêşa Tirk li ser Kantona Efrînê, bi taybet jî li ser navçeyên Raco û Bilbilê dewam kir."