Cenazeyê 2 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin

Welatiyên herêma Efrînê cenazeyê endamê Asayîşê Welîd Muslim û şervanê Hêzên Erkaxweparastinê Azad Nesan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîg a gundê Matîna ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê veşartin.

Welatiyên herêma Efrînê ceanzeyê şehîdê Asayîşê Welîd Muslim û şervanê Hêzên Erkaxweparastinê Azad Nesan ku di 29’ê Mijdarê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Matîna ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê veşartin.

Welatiyan cenazeyê herdu şehîdan ji Nexweşxaneya Avrîn wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Refîq a gundê Matîna yê. Li goristanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin.

Piştre ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Reşîd Qeblan axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest.

Ji fermandarên YPG`ê Manî Efrîn û malbatên şehîd Baran Amanos û Delîl Reşîd, di merasîmê de axîvin.

Axaftivanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin ku şehîd di oxira mirovahiyê, biratiya gelan û azadiyê canê xwe dan.

Piştre nasnameya herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.