QSD ji bo Efrînê amadekariyan dike

Yek ji Fermandarên Pêngava Bagera Cizîrê Qamişlo, “ji bo parastina Efrîn û Şehbayê; ji bo dawî lê anîna dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûriyeyê amadekariyên bihêz yên me hene”.

Yek ji endamên Fermandariya Giştî ya Pêngava Bagera Cizîrê Hasan Qamişlo got ku di li Dêra Zor ber bi qonaxa dawî ve diçin û diyar kir ku wê QSD Efrînê biparêze. Qamişlo destnîşan kir ku ji hemû gelan bi hezaran şervan ji bo parastina Efrînê serlêdan kirine û ev jî serketina xeta ‘Netewa Demokratîk e’

Hasan Qamişlo qonaxa Pêngava Bagera Cizîrê ku ev 84 roj in didome, encamên  têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Dêra Zor tê kirin, pêvajoyên dawî yên li Sûriyeyê û helwesta hêzên QSD’ê ya li dijî gefa dagirkrinê ya li ser Efrînê ji ANF’ê re nirxand.

PÊNGAV DI QONAXA DAWÎ DE YE

Rewşa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê çawe ye?

Pêngav ev 84 roj in didome û em ber bi qonaxa dawî ve diçin. Ji bo paqijkirina sînorê Iraqê ji DAIŞ’ê tenê li bakurê Firatê çend gund mane. Di aliyê çolê de jixwe em gihiştin sînorê Iraqê û sînor dibin kontrola QSD’ê de ye.  Bajarokên li derdora Firat û Xabûrê bi temamî hatine rizgarkirin. Qadên petrolê yên mezin yên weke El Ûmer, Konîka û Cefra dibin kontrola hêzên me de ne.

Ji rizgarkirina van şerekî dijwar hate kirin. Niha li herêma sêgoşiya li pêşiya Firatê, sînorê Sûriye-Iraqê di navbera hêzên me û DAIŞ’ê de şerekî dijwar tê jiyîn. Em bi hêvî ne ku di demek nêz de ev der jî wê bêne rizgarkirin.

LI QADA DÊRA ZOR HEMÛ KES HENE

Niha li Dêra Zorê kîjan hêz têkoşînê dikin û rewşa wan çawe ye?

Ji Berxwedana Kobanê ve Koalîsyona Navnetewî ku DYA pêşengtiya wê dike li xaka Rojava ketin nava tevgerê. Li qada siyasî jî hinek guhertin çêbûn. Bi aktîvbûna Koalîsyonê re hemû hêz ketin nava tevgerê. Îran ji destpêkêve li qada rejîma Sûriyeyê ye. Rûsya jî kete qadê.

Li Reqayê bi binketina DAIŞ’ê rejîma BAAS, Îran û Heşdî Şabî ya girêdayî Îranê, Hîzbûllah, Fatîmîler û Rûsya serketina YPG û QSD’ê dîtin. Amadekariya QSD’ê dîtin û xwestin ku ji qelsbûna DAIŞ’ê sûd bigrin berê xwe dan Dêra Zorê. Niha pêngava me û wan dayî destpêkirin ber bi dawî ve diçe. Gelek kêm maye ku başûrê Firatê jî ji DAIŞ’ê were paqijkirin.  Li bakurê Firatê jî pêşveçûna QSD’ê û Koalîsyona Navnetewî didome. Hêzên weke Rejîma Sûriyeyê, Îran, Rûsya operasyona li başûrê Dêra Zorê ya ji bo navenda bajêr, operasyonên Meyadîn û El Bûmel didomînin.

ŞERÊ LI EL BÛKEMELÊ DIDOME

Têkildarî rewşa dawî ya El Bûkemel di destê we de agahî heye?

Rejîma BAAS dide xuyakirin ku El Bûkemel rizgar kirine lê şerê li herêmê didome. Hê El Bûkemel û derdora wê bi temamî nehatiye kontrolkirin. Rejîm pêş ve çûye lê hê DAIŞ nexistiye bin kontrola xwe. Ji ber ku êdî DAIŞ’ê jî şêweyê xwe yê şer guhert.

DAIŞ’Ê ŞÊWEYÊ ŞERÊ XWE GUHERT

Hûn dikarin hinek şêweyê şer ê DAIŞ’ê bibêjin?

Dewleteke bi navê DAIŞ’ê nema, şêweyê xwe yê şer jî li gorî vê eyar dike. Qadên ku hakîmyeta wan kêm dibe jî hêzên xwe belav dike. Bi komên biçûk hem rêjî me û hem jî êrîşî BAAS û îtifaqên wê dike. Êdî zêdetirî êrîşên wan bivî awayî ne.

DEWLET XILAS, LÊ DAIŞ DIMÎNE

Di demê pêngava Dêra Zorê de hinek deman digotin ku di navbera DAIŞ û BAAS’Ê de lihevkirina taktîkan heye, ev rewş didome?

Di rastiyê de ev rewş tenê li Dêra Zorê nehat jiyîn. Hevdîtina hêzên herêmê yên bi çeteyên DAIŞ’ê re hinek deman lihevkirinên wan jî çêbûn. Hinek caran ku têkiliyên vekirî nebe jî rêya wan vekirin. Niha li Dêra Zor hevdîtin û rê vekirin nemaye. Jixwe ev 10 roj zêdetir e BAAS û Îran dibêjin li dijî DAIŞ’ê bi ser ketine. Li dijî DAIŞ’ê di şer de serketinek heye lê têkoşîna bi DAIŞ’ê re xilas nebûye. DAIŞ xwedî bingehekî kevin û xwe baş birêxistin kiriye û tecrûbeyekî mezin a wan heye. Weke sîstemekî ya dewletê xilas bû lê bi textîkên şer yên hucre, kom û cûda şerî didomine.

‘TÊKOŞÎNA LI DÊRA ZOR JI BO DENGEYÊN NÛ GIRING E’

Ev têkoşîna li ser Dêra Zorê tê pêşxistin ji vir û pê ve wê bangorekî çawan li hevsengên siyasî bike?

Niha hemû kesên ku li ser xaka Sûriyeyê têkoşînê didin piştî vî şerî ketine li nav lêgerîna çareşeriyek çawan. Di pêvajoya ku li  ser rewşa heyî de lêgerîna çareseriyê de çareserî dernakeve.

Çima çareserî dernakeve?

Di hevdîtina Cînevê ya 7’an de çawa ku encam derneket wê di ya 8’an de jî dernekeve, Astana û Soçî jî wê çareseriyê neyîne.

*Xaka Sûriyeyê hê nehatiye rizgarkirin. Li dijî DAIŞ’ê serketinek heye  lê hê Sûriyeye dibin dagirkeriyê de ye. Guhartoyên El Qaîde û çeteyên bi navên din dimînin.

*Dewleta Tirk li herêmên Şehba û Îdlîbê hebûna xwe weke hêzekî dagirker didomîne.

*Heta ku hebûn û dagirkeriya van hêzan bidome çareserî pêk nayê.

*Li ser van xakan têkoşîn û berxwedaneke mezin hatiye pêşxistin, QSD û hevparên we ku hemû fedakarî kirî heta neyê naskirin û di platforma ku cih negre de çareserî dernakeve.

VEGERA SÛRIYEYA BERÊ NE PÊKAN E

Rêveberiya Sûriyeyê weke berê bê rêvebirin pêkan e?

Ev 7 sal in gelek şerê mezin çêbûn. Ez bawer nakim  ku êdî ti kes bi hêvî be ji rêveberiya Sûriyeyê weke berê ya rejîmê birêve bibe. Ez bawer nakim ne Rûsya ne jî Koalîsyona û heta rejîma BAAS ji di nava hêviyekî wiha de be.

Guherîna li Sûriyeyê û destkeftiyên ku gelê Sûriyeyê bidest xistî, hêzên ku dixwazin tine bikin û dixwazin pêşiya federasyoan demokratîk bigrin. Pêşengtiya vê dewleta Tirk bi awayekî vekirî û diyar dike.

Dagirkeriya li Şehbayê û gefa li ser Efrînê ji vê ye?

Belê. Di rastiyê de îro ne tenê Efrîn di bin gefa tehîd û talûkê de ye, bi civaka Kurd re serketin û serketinên gelên Bakurê Sûriyeyê ye. Dixwazin gelên Bakurê Sûriyeyê ceza bikin. Ji ber ku rêxistinbûyina civak Kurd û yekîtiya Kurd-Ereb de di despêkê de dewleta Tirk û hêzên li dijî gelên Sûriyeyê di bin navê şoreşê de hesabên wan vala derxistin.

WÊ QSD PARASTINA EFRÎNÊ BIKE

Hûn di pêngava li Dêra Zorê de ne, lê hûn amadekariya gefên dewleta Tirk jî dikin. Wê helwesta şervan û fermandarên QSD’ê çawan be?

Bi destpêkirina Kobanê re, bi pêngavên Minbic û Reqayê re ku gihişte asta herî bilînd emê li Dêra Zorê dawî lê bînîn.Hêzeke weke DAIŞ’ê ku bûyî belaya cihanê, me gelek bedelên mezin û qehremantiyekî mezin da û wê dîrok vê serketinê binivîse.

Niha ez dixwazin têkildarî gefa dagirkirinê ya dewleta Tirk li ser Efrînê vê ya bibêjin; Kurd ne Kurdê berê ye û êdî ne bi tenê ye. Bi hemû gelên Sûriyeyê re di nava hevkarî û bingehê yekîtiyekî azad de dijî, hemû gel bi awayê xwe di nava rêveberiya de cih digre û parastina hemû Bakurê Sûriyeyê bi hemû gelên Bakurê Sûriyeyê re bihevre dikin.

QSD ji hemû gelan pêk tê û hêzeke ku di qada şer de xwe îspat kiriye.

Di rewşeke êrîşî li ser Efrînê de bi baweriya ku êrîş li dijî hemû deskeftiyên gelên Bakurê Sûriyeyê û hemû gel û hêza wan ya leşkerî weke QSD em ê berxwedanekî mezin pêşbêxin.

Eger ku dewleta Tirk li dijî Şehba û Efrînê êrîşekê pêş bixe, wê şer tenê li wê herêmê nemîne. Cerablûs, Bab, Îdlîb û herêmên din wê were rizgarkirin.

Ji bo parastina Şehda û Efrînê  û ji bo dawî lê anîna dagirkeriya dewleta Tirk amadekariyên me yên bihêz hene. Kurd,Ereb û Suryanî; bi hezaran şervanên QSD’ê ji bo di eniya Efrînê de cih bigrin xwe pêşniyar kirine. Di rewşekî wiha de em carek din didin nîşandan ku; serketina li Bakurê Sûriye û Rojava ne tenê di aliyê leşkerî de ye, di heman demê de civakbûyîn û di wateya siyasî de ye. Yekîtî û netewa demokratîk ya di navbera gelan de di rastiyê de di destpêkê de di nava QSD’ê de bicih bûye.