228 şervanên dî tevlî nav QSD’ê bûn

Li Akademîya Şehîd Feysel Ebû Leyla 228 ciwanên dî mezûn bûn. Şeranên nû bi merasîmeke leşkerî tevlî nav QSD’ê bûn.

Li Akademîya Şehîd Feysel Ebû Leyla 228 ciwanên dî mezûn bûn. Şervanên nû bi merasîmeke leşkerî tevlî nav QSD’ê bûn.

Li Akademiya Şehîd Ebû Feysal dewreya perwerdehiyê ya 21. a bi navê Şehîd Zinar Sefsafa bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû. Di merasîmê de fermandarên QSD’ê û gel amade bû. 228 şervanên ji Girê  Spî, Kobanê û çoltera Reqayê tevlî perwerdehiyê bûn.

Perwerdehiyê 17 rojan dom kir. Dersên leşkerî û bîrdozî di perwerdehiyê de hatin dîtin. Yek ji fermandarê QSD’ê Mihmed Îmad di merasîmê de axivî û got, ‘hemû gelên Sûriyê dizanin ku QSD tekane hêz e ku herêmên Sûriyê ji terorê paqij kir.’’

Dawiya merasîmê şervanan sonda leşkerî xwarin û tevlî nav QSD’ê bûn.