YPG: Rojhilatê Dêra Zorê bi temamî hate rizgarkirin

YPG'ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li gel generalekî Rûs ragihand, ku rojhilatê Dêra Zorê bi temamî hatiye rizgarkirin û got, "Di demeke nêzîk de wê ji serokên eşîreyan, rûspî û kesayetên maqûl ên herêmê, rêveberiya herêmê bê avakirin."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi civîneke çapemeniyê ragihand ku bi hevkariya eşîreyên Ereb û desteka Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê, rojhilatê Dêrazorê bi temamî ji DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin. YPG'ê diyar kir ku ew amade ne bi van hevalbendên xwe re odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin.

Daxuyanî li taxa El-Salihiyê ango yekemîn taxên rojhilatê bajarê Dêra Zorê ku hatiye rizgarkirin, ji aliyê Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd ve hate dayîn.

Li vir Cîgirê Fermandarê Baregeha Rûsya ya Himêmîmê generalê Rûs Alex Kim, Berdevkê Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah û Hevserokê Meclîsa  Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif jî amade bûn.

Daxuyaniya Fermandariya YPG’ê wiha ye;

"Bi berxwedana lehengî ya Yekîneyên Parastina Gel a bi hevkariya eşîreyên Ereb ên herêmê ya li dijî terorê, herêma Dêra Zorê ya rojhilatê Çemê Firatê bi temamî ji terorê hate rizgarkirin. Ev yek bi piştgiriya hêzên Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê ve pêk hat.

RIZGARKIRINA ROJHILATÊ DÊRA ZORÊ LI TEVAHIYA GELÊN SÛRIYEYÊ HAT PÎROZKIRIN

Em tevahiya gelê xwe yê Sûriyeyê bi vê serketinê pîroz dikin û spasiya hêzên navneteweyî mîna Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya ku alîkariya asîmanî û lojîstîk û şêwirmendî dane me, dikin.

Em hêvîdar in ku ev piştgirî bêhtir xurt bibe û parastina asîmanî bêhtir were zêdekirin. Bi dawîkirina şerê li dijî terorê re, peywirên stratejîk ên avakirina jiyaneke aştiyane û avakirina binesaziya welat datîne pêşiya me.

DI DEMEKE NÊZÎK DE WÊ RÊVEBERÎ Û MECLÎSÊN BAJÊR BÊN AVAKIRIN

Di demeke nêzîk de wê rêveberî û meclîsên bajêr ku ji serokên eşîreyan, rûspî, kesayetên maqûl werin avakirin. Ev rêveberî û meclîs li gorî rêgezên demokrasiyê, biratiya gelan û Rêveberiya Xweser ji Ereb û Kurdên herêmê pêk werin.

BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

Wê herêmên me bi sîstema xwe ya demokratîk aliyek ji Sûriyeya demokratîk be. Li vir wê azadiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê were misogerkirin. Di serî de Amerîka û Rûsya em bang li hemû hêzên navneteweyî yên ku destê wan di Sûriyeyê de heye dikin ku ji bo paşeroja Sûriyeyê çareseriyên aştiyane û demokratîk hembêz bikin û parastina van herêmên rizgarkirî misoger bikin.

'EM AMADE NE BI DOST Û HEVALBENDÊN XWE ODEYA ÇALAKIYÊN HEVBEŞ Û SEFERMANDARIYEKÊ AVA BIKIN'

Em radigihînin ku em amade ne bi dost û hevalbendên xwe yên di şerê li dijî DAIŞ’ê re û odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin."