Efrînê bersiva gefan bi çûna ser sindoqan dan
Li Bakurê Sûriyeyê ya ku ji bo hilbijartina endamên meclîsên xw cihî ku duh çûbûn ser sindoqan, li Herêma Erfînê ya ku dewleta Tirk kiriye hedef jî gel rêjeyek nêzî sedî 90 dengê xwe bikar anîye.
Li Bakurê Sûriyeyê ya ku ji bo hilbijartina endamên meclîsên xw cihî ku duh çûbûn ser sindoqan, li Herêma Erfînê ya ku dewleta Tirk kiriye hedef jî gel rêjeyek nêzî sedî 90 dengê xwe bikar anîye.
Gelê Federasyona Bakurê Sûriye ji bo endamên meclîsên kanton, navçe û bajarokan diyar bikin duh çûbûn ser sindoqan. Maratona hilbijartina demokratîk û azad a bi hilbijatina hevserokên komînan ve destpê kir encamên qonaxa wê ya duyemîn hê nehatine diyarkirin, li gorî agahiyê destpêkê li Herêma Efînê ya ku dewleta Tirk a dagirker kiriye hedef, bi rêjeyek rekorê sedî 90 çûne ser sindoqan.
Li gel gelên Kurd, Tirkmen, Ereb, Çerkez û Suryanî yên li herêmên Cizîr, Frat û Efrînê dijîn, komên ji baweriyên cihê yên mîna Ezidî, Xiristiyan, Elewî û baweriyên din li cihên lê dijîn ji bo rêveberê xwe yên xwecihî hilbijêrin 1’ê Kanûnê eleqeyek mezin nîşanî hilbijartinê dabûn. Her kes li benda encama hilbijartina ku hemû dinê bi mereqdarî dişopand ne.
Li gorî agahiyên ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinê hate girtin, sindoqên li her 3 herêman bi temamî hatiye vekirin, xebatên hejmartina dengan jî didome. Ji ber xebatên belavbûna dengan ên li gorî namzetên lîsteya kursiyên Meclîsên Xwecihî, Piştgiriya Netewa Demokatîk û Koalîsyona Netewî ya Sûriye û serbixwe temam nebûye, li bendê ye ku encamên fermî sibe bên eşkerekirin.
PRAVAKASYONÊN DEWLETA TIRK A LI HEMBER HILBIJARTINÊ
Yek ji cihê herî zêde encamên wê tên mereqkirin Herêma Efrînê ye, têkildarî vê mijarê Endamê Meclîsa Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Rohlat Arîf ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku hilbijartina Efrînê ya ku bi demokratîk pêk hat, tevî hemû provakatîfan di rêjeyek ji sedî 85-90 gel çûne ser sindoqan.
Rohlat Arîf, destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo li gundê Îska yê girêdayî navçeya Şerava û gundê Çelemê ya girêdayî Herêma Efrînê hilbijartinê betal bike bi çekên doçka êrîşek pêk anî, diyar kir ku gelê Efrînê guh nedan êrîşan û navendên hilbijartinê vala nekirin û bersiva herî pêwîst dan dewleta Tirk a dagirker. Arîf anî zmian ku li ser bersivadana şervanên YPG/YPJ’ê li herêmê şerekî dem kurt qewimî û got: “Li gorî encamên tam diyar nebûyî, hejmara kesên deng bikar anîn li Herêma Efrînê li ser 140 000 re ne.”
LÎSTEYA NETEWA DEMOKRATÎK PIRANÎ LI PÊŞ E
Li gel vê li gorî agahiyên ku tam diyar nebûyî, li Herêma Efrînê lîsteya Piştgiriya Netewa Demokratîk ji sedî 75’ê dengan bi dest xistiye, li gel lîsteya Koalîsyona Netewa Demokratîk û namzetên serbixwe li hinek herêman endamên meclîsan jî bi dest xistine.