Li Bakurê Sûriyeyê encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin

Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind encamên fermî yên hilbijartina “Meclîsa Herêmî” ya 1’ê Kanûnê eşkere kir. Li herêmên Cizîr, Firat û Efrînê lîsteya Hevgirtina Neteweya Demokratîk bû yekemîn.

Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind encamên fermî yên hilbijartina “Meclîsa Herêmî” ya 1’ê Kanûnê li Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir. Daxuyanî ji aliyê Hevserokên Komîseriya Bilind a Hilbijartinê Emîne Hîsî û Îzzeddîn Ferhan bi Kurdî û Erebî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin beşdariya li hilbijartinê ji sedî 69 e û li her sê herêman Lîsteya Hevgirtina Neteweya Demokratîk bûye yekemîn.

GEL JI BO ÇARESERIYÊ ÇÛ SER SINDOQAN

Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind di daxuyaniya xwe de diyar kir gelên Bakurê Sûriyeyê piştî şerekî 7 salî ji bo xurtkirina bingeha Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk û ji bo ji krîza Sûriyeyê re çareseriyê bibînin ev hilbijartin li dar xistine û got, “Qonaxa duyemîn a hilbijartina Federasyona Bakurê Sûriyeyê, ji bo diyarkirina endamên Meclîsa Herêmî, bajarok, navçe û kantonê di 1’ê Kanûnê de li sê herêman pêk hat. Li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê gel cara pêşîn bi awayekî azad û şeffaf bêyî kêşe, dengê xwe da.”

LÎSTEYA LI GORÎ HERÊMAN Û HEJMARA KURSIYÊN ENDAMAN

Herêma Cizîrê:

Lîsteya Hevgirtina Neteweya Demokratîk: Ji nav 2902 endaman, 2718 endam hatin hilbijartin.

Lîsteya Koalîsyona Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê: Ji nav 99 endaman, 40 endam hatin hilbijartin.

Endamên serbixwe: Ji nav 264 endaman, 144 endam hatin hilbijartin.

Herêma Firatê

Lîsteya Hevgirtina Neteweya Demokratîk: Ji nav 954 endaman, 847 endam hatin hilbijartin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê (Wahde): Ji nav 124 endaman, 40 endam hatin hilbijartin.

Endamên serbixwe: Ji nav 95 endaman, 67 endam hatin hilbijartin.

Herêma Efrînê

Lîsteya Hevgirtina Neteweya Demokratîk: Ji nav 1175 endaman, 1056 endam hatin hilbijartin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê (Wahde): Ji nav 197 endaman, 72 endam hatin hilbijartin.

Lîsteya Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê: Ji nav 48 endaman 8 endam hatin hilbijartin.

Endamên serbixwe: Ji nav 68 endaman 40 endam hatin hilbijartin.

EM SPASIYA HER KESÊN KU JI BO SERKETINA HILBIJARTINÊ XEBITÎNE DIKIN

Di dawiya daxuyaniya Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind de spasiya her kesên ku ji bo serketina hilbijartinê xebitîne hate kirin û hat gotin, "Bi taybetî em spasiya hîndekarên perwerdeyê yên ku li ber sindoqan muşahîdî dikirin, endamên asayîş yên parastina navendên hilbijartinê dikirin û saziyên çapemeniyê yên ku hilbijartin şopandin, dikin."

DI NAVA 3 ROJAN DE ÎTIRAZ DIKARIN BÊN KIRIN

Her lîsteya ku dixwaze li ber encamên hilbijartinê rabe, ji îro û heta 3 rojan dikarin serî li Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind bidin.

HILBIJARTINÊN PARLAMENTÊ WÊ ÇILEYA 2018'AN PÊK WERE

Qonaxa sêyemîn a hilbijartinên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê wê Çileya 2018'an pêk were û endamên Kongra Gel bên hilbijartin. Hilbijartina hevserokatiya komunan ku qonaxa destpêkê ya hilbijartinan bû roja 22'ê Îlonê, hilbijartina endamên meclîsên kanton, navçe û bajarokan jî ku qonaxa duyemîn a hilbijartinê ye 1'ê Kanûnê hatibûn kirin.