Cenazeyê 2 şervanênYPG’ê hate veşartin

Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Xelîl Elî û Cadellah Silal bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a bakurê bajarê Hesekê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanên YPG’ê Xelîl Elî (Kamîran) û Cadellah Silal (Solar) ên ku di demên cuda yên Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji nexweşxanea bajêr wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar. Li aliyê din Meclîsa Malbatên Şehîdan jî nasnameya 2 şehîdan eşkere kir.

Li goristanê ji aliyê şervanên YPG, YPJ û endamên Asayîşê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Selma Silêman, li ser navê YPG’ê Jiyan Dilbirin û li ser navê Komelya Çanda Suryanî Hina Somî axivîn.

Axaftvanan di destpêkê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û diyar kirin ku bi saya xwîna şehîdan pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê azad jiyan dikin. Her wiha gotin ku bi saya têkoşîna şehîdan hevgirtina di navbera pêkhateyan de zêde bûye û jiyaneke hevbeş hatiye afirandin.

Di dawiya axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dubarekirin. Piştre jî nasnameya herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Dayîka şehîd Xelîl Elî axivî û soza xwe ji bo şopandina rêya kurê xwe da û diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe û hemû şehîdan serbilinde. Cenazeyê herdu şervanên YPG’ê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan li goristanê hate veşartin.

Li aliyê din Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên du şervanên YPG’ê Serac El-Namis bi nasnav Mezlûm û Orhan Xelîf bi nasnav Xebat Cizîrê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, eşkere kir.