Li Bakurê Sûriyeyê dengdan bi dawî bû
Li Bakurê Sûriyeyê dengdayîna ku ji bo Hilbijartina Meclîsên Xwecihî çûbûn ser sindoqan, bi dawî bû.
Li Bakurê Sûriyeyê dengdayîna ku ji bo Hilbijartina Meclîsên Xwecihî çûbûn ser sindoqan, bi dawî bû.
Xebatên dengdanê yên ji bo hilbijartina endamên meclîsên kanton, navçe û bajarokan ên Federasyona Bakurê Sûriyeyê ku saet 08:00’ê sibê destpê kiribû bidawî bû. Tê texmînkirin ku li hezar û 303 navendên hilbijartinê yên li Herêmên Cizîr, Firat û Efrînê hatin danîn, nêzî 800 000 dengdêr dengên xwe bikar anîbin. Xebatên hilbijartina dengan ên piştî girtina sindoqan re destpê kirin, tê payîn ku di nava 24 saetan de biqede.
Tevlîbûnekî mezin ji bo hilbijartinan çêbû, gelê Kurd, Ereb, Çerkes, Suryanî, Tirkmen, Êzidî, Xiristiyan, elewî û grubên ji baweriyên din jî beşdariyekî mezin ji bo tevlîbûnê çêkirin. Li navendên hilbijartinan rêz çêbûn û welatiyan bi tilîliyan hilbijartin pêşwazî kirin.
Şandeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK), Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) Tevgera Goran, Oy ve Otesi û rêxistinên din di nava rojê de serdana navendên hilbijartinan kirin û çavdêriyên xwe not girtin.
BERPIRSAN DENGÊ XWE BI KARANÎN
Berpirsên Federasyona Bakurê Sûriyeyê jî çûn ser sindoqan û dengên xwe bikaranîn. Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen ji bo hilbijartinên ‘Meclîsên Xwecihî’ dengê xwe li Dibistana Canhecar ya li taxa Salihiye a bajarê Hesekê bikaranî. Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federasyona Bakurê Suriyeyê Hediya Yûsif jî li Dibistana Îbrahîm Henano ya li bajarê Qamişlo dengê xwe bikaranî.
Bernameya hilbijartinan a li Bakurê Sûriyeyê ku weke 3 qonaxan hatibû diyarkirin, qona destpêkê hilbijartinên ‘Hevserokatiya Komînan’ di 22’ê Îlonê de hatibû kirin. Qonaxa 3’emîn a ku tê plankirin di Çileya 2018’an de hilbijartinên Kongra Gel a ku erka parlamentoyê pêkbîne were kirin.