Cenazeyê 4 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Şedadê cenazeyê 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şedadê veşartin. Her wiha di merasîmê de nasnameya 2 şehîdan jî hate eşkere kirin.

Bi sedan welatiyên  Şedadê û şervanên YPG/YPJ`ê cenazeyê 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Mihemed El-Hemûd (Ebo Edî), Amir El-Xelef (Esed), Îbrahîm El-Ebîd (El-Şiêtî) û Xalid El-Xişûf (Ebû Ebdullah) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn bi merasîmêkê li Goristana Şehîdan a Şedadê veşartin.

Girseya gel cenazeyê her çar şehîdan ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şahîdan a Hesekê wergirtin. Dema gihiştin Goristana Şehîdên Şedadê şervanên YPG`ê cenazeyê şehîdan hilgirtin û danîn ser dika goristanê.

Li goristanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî  hate lidarxistin. Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Fermandar Xidir El-Seyid axivî. El-Seyid di serî de sersaxî xwest û wiha got: “Şehîdan rêya azadiyê û rûmetê hilbijartin û ruhê xwe ji bo derxistina terorê, feda kirin”. Fermandar Xidir El-Seyid soza şopandina rêya şehîdan careke din dubare kir.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ayat Ebdulhekîm axivî û wiha got:”Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, em îro jî şehîdên xwe bi azadî û rûmet vedişêrin. Şehîd meşaleyên ronahî û serhildanê ne.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya her 4 şehîdan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate xwendin, piştre şervanan cenazeyê şehîdan rakirin û di nava tilîliyên dayikan de li goristanê veşartin.

Di heman demê de di merasîma veşartin de, nasnameya du şervanan Enes El-Ehmed (Kerezan Hesekê) û Ednan El-Elawî (Şiyar) jî hate eşkerekirin.