Şandeya Çavdêriyê: Hilbijartin di atmosfereke demokratîk de pêk hat
Şandeya Çavdêr a ku ku hilbijartina meclîsa xwecih a Bakurê Sûriyê şopandî, çavdêriyên xwe bi raya giştî re par ve kirin.
Şandeya Çavdêr a ku ku hilbijartina meclîsa xwecih a Bakurê Sûriyê şopandî, çavdêriyên xwe bi raya giştî re par ve kirin.
Şandeyên çavdêriya hilbijartinan ên ji Başûr û Bakurê Kurdistanê hatine gotin, hilbijartinên federaliyê li Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi awayekî demokratîk çêbûn û ji bo Rojhilata Navîn dibin mînak.
Civîn li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo hat organîzekirin û şandeyan di civînê çavdêriyên xwe gotin.
‘MODÊLA HILBIJARTINA DEMOKRATÎK E’
Pêşî li ser navê şandeya Başûr Perlementerê Herêma Başûrê Kurdistanê Şêrgo Heme Emîn axivî û got: “Bi navê Paralentoya Kurdistanê em hilbijartinên Rojava-Bakurê Sûriyeyê pîroz dikin. Li Rojava hêzên leşkerî li hemberî DAIŞ’ê li pêşiya giştî cîhanê bi lehengî li ber xwe dan. Êdî pêvajoya duyemîn a hilbijartinên federaliyê dest pê kir da ku deskeftiyên leşkerî temam bike.”
Bi domdarî Şêrgo wiha got “Em rêz didin hemû pêkhateyên ku dengê xwe dan: Ereb, Suryan, Turkmen, Ermen, Asûrî û Kurd tevlî hilbijartinan bûn û nûnerên xwe hilbijartin. Hilbijartin bi awayekî demokratîk bi rêve çûn û ji bo tevahiya herêmê dibin mînak. Ev modela hilbijartinên demokratîk e. Hemû pêkhateyan bi awayekî azad û demokratîk dengên xwe bi kar anîn û di hilbijartinan de binpêkirin çênebûn.”
Şêrgo herî dawî wiha bi nav de çû, “Em hilbijartinên ku bi cangorî û şervanên leheng çêbûne li tavahiya gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê pîroz dikin û em bi hêvî ne ku Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî mîna Rojavayê Kurdistanê azad bibin.”
YILDIRIM: PÊDIVÎ BI YEKÎTİYA KURDAN HEYE
Di berdewamiya civîna çapemeniyê de li ser navê Şandeya Bakurê Kurdistanê Perlamenterê HDP’ê Nadir Yildirim axivî û goti “Hemû pêkhate tevlî hilbijartinan bûn û di lîsteyan de nûnerên wan jî hebûn. Ev ji bo jiyana hevbeş a herêmê gavek bû. Ji bo ronîkirina pêşeroja herêmê dibe ku hemû hikûmet û gelên Rojhilata Navîn bibin şopdarê vê gavê.”
Yildirim hilbijartinên li Bakûrê Sûriyeyê pêk hatin wekî nimûneya çareseriyê ya Rojhilata Navîn nirxand û got:” Ev hilbijartin ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn peyameke demokratîk bû, em bang li hemû hêz, alî û hikûmetên Rojhilata Navîn dikin ku vîna pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyeyê nas bikin.”
Ji bo yekîtiya netewî jî Yildirim ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de pêdiviya gelê Kurd bi yekîtiya netewî heye. Li ser vê bingehê bi navê şandeya Başûr û Bakurê Kurdistanê em bang li hêz, partî û hemû aliyên Kurd dikin ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn bidin aliyekî û kongreyeke netewî li dar bixînin.”
ŞÊRGO: EM NAVÊ PARLAMENTOYA KURDISTANÊ HATIN
Li ser pirsa “Di hilbijartinan de cudayî yan binpêkirin çêbû yan na?” Şêrgo Heme Emîn bi navê şandeyê wiha bersiv da:” Di hilbijartinan de me cûdahî di navbera netew û partiyan de nedît. Em weke şandeya Başûrê Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê hilbijartinên gelê Rojavayê Kurdistanê destek dikin. Em bi navê Parlamentoya Kurdistanê hatin da ku piştgirî bidin projaya Rojava û hilbijartinan çavdêr bikin.”
Di dawiya gotinên Şêrgo Heme Emîn de ev tişt hebû: “Li ser çavdêriya xwe ya hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê em ê raporekê rakin Parlamentoya Kurdistanê. Di raporê de em ê têbiniyên xwe ji bo hilbijartinên herêma Firatê û Cizîrê bibêjin. Me dixwest em biçin serdana herêma Efrînê jî, lê derfet nebû.”