ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
TRT li xwe mikur hat: Artêşa Tirk sivîlan dikuje
Weşana fermî ya dewleta Tirkiyeyê TRT jî mikur hat ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê sîvîlan dike hedef. -
Kongreya Star: Avesta Xabûr navê berxwedana Efrînê ye
Koordînasyona Kongreya Star ji bo şervana YPJ’ê Avesta Xabûr daxuyaniyek weşand a ku li gundê Hemamê yê Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke fedaî li dar xist. -
Nasnameya şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê û Şedadê hatin eşkerekirin
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîr û Şedadê de şehîd bibûn eşkere kir. -
Şehîd Avesta Xabûr: Em hêza jinê radixin pêş çavan
Şervana fedayî ya YPJ'ê Avesta Xabûr di hevpeyvîneke xwe de destnîşan kir ku bi têkoşîna xwe ew hêza jinê nîşanî her kesî didin. -
Li gundê Gubelê 3 sivîl hatin kuştin
Li gundê Gubelê yê Şerawa ji ber bomberdûmana artêşa Tirk herî kêm 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 4 sivîl jî birîndar bûn. -
Artêşa Tirk bombeyan li derdora wargeha koçberan dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li derdora wargeha Rûbar û gundê Kobele yên li navçeya Şerawa ya Efrînê dibarîne. -
Dewleta Tirk li Bilbilê û Racoyê komkujiyeke din kir
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Raco û Bilbilê yên Efrînê komkujiyeke din kirine. -
Li Qestelê şer giran bû, li Şiyeyê çeteyek radest bû
Piştî ku êrîşa li ser girê Qestel Cindo hate şikandin, di navbeyna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê El Nusra û şervanên QSD’ê de şerê giran rû da. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li Efrînê dibarînin
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombeyan li gundê Xorze yê navçeya Bilbilê û bendava Meydankê dibarînin. -
'Me çawa Kobanê bi ser xist e em ê Efrînê jî bi ser bixin'
Şervanên YPJ’ê di salvegera 3’yan a rizgarkiriya Kobanê de axivîn, salvegera rizgariya Kobanê pîroz kirin û gotin çawa ku wan êrîşên ser Kobanê şikandibin û Kobanê rizgar kiribin ew ê êrîşên li ser Efrînê jî bişkînin û bi ser bixin. -
QSD: Êrîşa li Qestel Cîndo hate şikandin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, êrîşa li girê Qestel Cîndo hate şikandin û derbeke giran li artêşa Tirk û çeteyên wê hate xistin. -
Şervana YPJ'ê Avesta Xabûr li dijî dagirkeran çalakiya fedayî kir
Li dijî hêzên Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê êrîş dikin, şervana YPJ'ê Avesta Xabûr çalakiya fedayî kir. -
Êrîşên bi balafirên şer ên li ser Efrînê dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker, nîvê şevê bi balafirên şer êrîş birin ser Efrînê. -
Dayikên li Şerawayê ji bo şervanên QSD'ê xwarinê çêdikin
Dayikên li navçeya Şerawa ya Efrînê, ji bo şervanên QSD'ê yên li dijî dagirkeriya Tirk li çeperan li ber xwe didin, xwarinê çêdikin. -
Navê berxwedanê duh Kobanê bû, îro jî Efrîn e
Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen di salvegera berxwedana Kobanê de işaret bi berxwedana Efrînê kir û got, "Di şerê Kobanê de Efrînî bi her awayî seferber bûn. Niha jî wê gelê Kobanê û hemû Kurdistanî ji bo Efrînê seferber bibin." -
Serçete Ebû Rakan li Efrînê hate kuştin
Yek ji serçeteyê Feyleq El Şam ku çeteyek ser bi dewleta Tirk a dagirker e, Ebû Rakan li Efrînê hate kuştin. -
QSD: 13 leşker û çete hatin kuştin
QSD’ê ragihand ku di şerê ji duh ve li Kantona Şeba ya herêma Efrînê heta sibe qewimî de 13 leşkerên arêşa Tirk û çeteyên wê hatine kuştin. -
Artêşa Tirk gundê Yalanqoz topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê di saetên şevê de gundê Yalanqoz ê herêma Cindirêsê topbaran dike. -
Artêşa Tirk derdora Efrînê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li xeta Ezazê herêma Xedemand û Baflûnê, Girê Qestelê yê Efrînê bi topan û obusan bombe dike. -
NÛ BÛ-Li Reco tankeke din a artêşa Tirk hate rûxandin
Li eniya şer a Reco yê bi dehan leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin, dîsa li gundê Elîbîskan jî tankeke artêşa Tirk hate rûxandin. -
Cenazeyê Şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmekê spartina axê
Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyên şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmek bi heybet li goristana Şehîd Refîq spartina axê. -
NÛ BÛ-Di êrîşên artêşa Tirk de 50 sivîl şehîd, 137 sivîl jî birîndar bûne
Berxwedana gelê Efrînê ya li dijî artêşa Tirk û dagirker di roja 8’an de didome. Heta niha di encama êrîş û bomberdûmanên dewleta Tirk û çeteyên wê de 50 sivîl şehîd, 137 sivîl jî birîndar bûne. -
Şervanên YPG/YPJ’ê: Em ji Efrînê re jî amade ne!
Şervanên YPG/YPJ’ê diyar kir ku ew amade ne li Efrînê li dijî dewleta Tirkiyeyê şer bikin û gotin ‘Wê gelê Kurd bi ser bikeve.’ -
Li gundê Kevirê Kerr hêzên dagirker hatin şikandin
Li Gundê Kevirê Kerr ê Raco ya Efrînê êrîşên hêzên dagirker hatin şikandin. -
Wa ye endamên DAÎŞ’ê yên ku êrîşî Efrînê dikin
Dewleta Tirkiyeyê hin çeteyên DAÎŞ’ê di nav komên Mertala Firatê de bi cih kiribû û îro bi jî van çeteyên xwe Efrînê dagir dike. Va ye navê van çeteyan.