ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPJ'ê dîmenê çalakiya li dijî tanka Tirkiyeyê weşand
YPJ'ê dîmenê çalakiya li dijî tanka Tirkiyeyê ya li ser sînorê Efrînê weşand. -
Gelê Efrînê li dij êrîşên dagirker ên dewleta Tirk in
Gelê Efrînê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk gotin, ‘’Mirina te wê bê çek nebe. Mirina te wê bi destê me be, bi van çekan be. Bes tu pê li xaka me bike, tê bi van çekan bimirî.’’ -
Wekîlên Swêdê: Divê Tirkiye êrîşên li ser Efrînê bi dawî bike
Parlamenterên ji partiyên siyasî yên cuda yê Swêdê ku me raya wan pirsî gotin êrîşên artêşa Tirk ên bi ser Efrînê de wê şerê navxwe yê Sûriyê geştir bike û xwestin Tirkiye dev ji helwesta dijminane ya li ser Rojava biqere. -
Li Minbicê êrîşa çeteyên dewleta Tirk hate şikandin
Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ‘Mertala Firatê’ li gundê Emcelûd ê Minbicê êrîşî cihên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin û êrîşên çeteyan hate şikandin. -
Li Efrînê 2 tankên din hatin îmhakirin
Hêzên Tirkiyeyê tên dagirker ên ku êrîşên xwe yên li dijî Efrînê didomînin, derbên giran dixwin. Hate ragihandin ku li Racoyê 2 tankên din ên Tirkiyeyê hatine îmhakirin. -
Êrîşên sîber li ANHA’yê tê kirin
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ya ku li Rojava/Bakurê Sûriyeyê weşanê dike, li dijî wê êrîşên sîber tên kirin. -
Li Qenayê êrîşên dewleta Tirkiyeyê a dagirker hatin protestokirin
Li Qenayê ya ku li rojavayê Kantona Kobanê ye, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin. -
Wêneyên nû yên leşkerên Tirk hatin weşandin ên ku hatine kuştin
Wêneyên nû leşkerên Tirk hatin weşandin ên ku dema dixwestin Efrînê dagir bikin, hatibûn kuştin. -
YPJ’ê dîmenên eniya şer weşand
YPJ’ê dîmenên şer û berxwedana şervanên QSD’ê ya şevê din a li Bilbilê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyan weşand. -
Ji bo êrîşî Efrînê bikin ‘Koalîsyona hovan’ hate avakirin!
Li Sûriye El Qaîde ya Sûriye ku li rojavayê Heleb û Îdlîbê bi bandore ragihand ku wê tevlî êrîşa dagirkirinê bibin. -
QSD: Kîlîs ji aliyê îstîxbareta Tirk ve tê bombekirin
Navenda Têkiliyên Gel a QSD’ê diyar kir ku Kîlîs ji aliyê îstixbareta Tirk ve tê bombekirin û bang li raya giştî kir ku li dijî van pêkanînên qirêj hestiyar bin. -
18 şehîdên Efrînê hatin veşartin
18 kesên di êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin veşartin. -
YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe yên di 22’ê Çileya 2018’an de li Reqa û Serêkaniyê şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Şervanên enternasyonal berê xwe dan Efrînê
Şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wê tevlî 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê bibin û berê xwe dan Efrînê. -
Artêşa Tirk a dagirker sivîlekî din şehîd xist
Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li gundê Cama yê navçeya Şer ya Efrînê, sivîlekî din şehîd bû. -
Bîlançoya duh a Efrînê: 16 çete hatin kuştin
Li Efrînê di şerê 24'ê Çileyê de 16 çete hatin kuştin. -
BERXWEDANA SERDEMÊ DI ROJA 6'AN DE YE
Hûn dikarin rewşa dawî ya 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê ku li dijî dagirkeriya Tirkan tê kirin, ji Bloga me ya zindî bişopînin. -
YPJ'yiyên enternasyonal tevlî şerî li dijî dagirkeriya Tirk dibin
Şervanên YPJ'ê yên enternasyonal gotin, "Em hem ji bo gelê Efrînê hem jî ji bo tevahiya jinên li cîhanê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê çekê radikin. Bakurê Sûriyeyê nîşanî me da ku eger em hêza xwe bikin yek, civakeke wekhev û demokratîk pêkan e." -
YPJ: Em ê axa Efrînê bikin gora dewleta Tirk û çeteyên wê
Fermandariya Efrînê ya YPJ'ê destnîşan kir ku ew bi îradeyeke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer dikin û wê bi ruhê Kobanê, Efrînê biparêzin. -
'Êrîşa li ser Efrînê rûreşiya dewletên cîhanê ye'
Ebdullah destnîşan kir ku wezîfeya herî rewa û bingehîn a hêzên QSD, YPG/YPJ'ê parastina gel û axa Efrînê ye û got, "Êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê bivê nevê wê têkoşîna li Dêra Zorê ya li dijî DAÎŞ'ê qels bike." -
Efrînî: Em ê mal û gundên xwe neterikînin
Efrîniyên ku bi rojane dewleta Tirk êrîşî wan dike gotin, "Em ê malên xwe, gund, cih û warê xwe neterikînin." -
Li Minbicê êrîşa bi obusan –NÛ BÛ
Dema ku balefirên koalîsyonê li ser Minbicê difiriyan, artêşa Tirk bi obusan êrîş kir. -
Şervanên QSD’ê navçeya Xeracî ya Dêrazorê rizgar kirin
Şervanên QSD’ê piştî şerê pênc rojan navçeya Xeracî ya Dêrazorê rizgar kirin. Di şer de 7 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin. -
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Efrînê bang kir
Heyva Sor a Kurdistanê têkildarî êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê daxuyaniyek weşand. -
Li Kobanê du şehîd hatin veşartin
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Cengîz Mustefa yê ku li gundê Girik di encama qezayekî de trafîkê de şehîd bû û şervanê YPG‘ê Cemal Mihemed (Xebat Qeremûx) yê ku li Reqayê şehîd bûbû li Kobanê hatin veşartin.