NÛ BÛ-Li Reco tankeke din a artêşa Tirk hate rûxandin

Li eniya şer a Reco yê bi dehan leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin, dîsa li gundê Elîbîskan jî tankeke artêşa Tirk hate rûxandin.

Hat ragihandin ku di şerê li eniya Reco ya Efrînê de bi dehan leşkerên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê hatin kuştin. Dîsa li gundê Elîbîska jî tankeke ya artêşa Tirk jî hate rûxandin.

Li herêmê şerê dijwar di navbera şervanên QSD’ê û leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê de diqewimin.

QSD’ê têkildarî şerê li Reco û Şiyê  daxuyaniyek da ev tişt got: ʺŞerê  hêzên me li dijî Artêşa Tirk a dagirker li gelek nûqteyan dewam dike. Di  vê çarçoveyê de, li gundê Elîbîska yê navçeya Raco hêzên me tangekeke artêşa dagirker rûxand û leşkerên têde hemû hatin kuştin.

Her wiha artêşa dagiker gundê Hemamê  bê serûber û bi rengekî hov topbaran dike.

Arêtşa Tirk a dagirker ku nikare bi pêş bikeve, bi balafiran gundên navçeya Şiyê û Raco bombebaran dike.ʺ