ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li navçeya Bilbilê êrîşên hewayî
Balefirên şer ên Tirkiyeyê, gundê Şêr Xorzê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê bomberdûman kir. -
Di roja 5’emîn a ‘Berxwedana Mezin a Serdemê’ de çi bû?
Li Efrînê Berxwedana Mezin a Serdemê ya li dijî dagirkeriyê di roja 5’emîn de ye. Artêşa Tirk careke din cihên sîvîl kir hedef. Şervanên QSD’ê bi operasyonên taybet bersivê didin dagirkeriyê. -
Meclîsa tendirustiyê: Di êrîşên dagirker de 35 kes şehîd bûn
Meclîsa Tendirustiyê ya Kantona Efrînê diyar kir ku ji 20’ê Çileyê û vir ve, di êrîşên dagirkeriyê de 35 sivîl şehîd bûne û 106 kes jî birîndar bûne. -
Pêngava Bagera Cizîrê: 6 çete hatin kuştin
Pêngava Bagera Cizîrê ya QSD’ê didome. Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku êrîşî gundên Xeranîc û Hecînên yên Dêrazorê kirin, derbên giran xwarin. Di şer de 6 çete hatin kuştin 8 dozer hatin îmhakirin. -
Gelê Minbicê dagirkeriya Tirkiyeyê protesto kir
Gelê Minbicê ji bo piştgiriya Efrînê daketin qadan û dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê protesto kirin. -
YPG'ê nasnameya leşkerên li Efrînê hatin kuştin weşand
Navenda Ragihandinê, dîmenê têkçûna artêşa Tirk a dagirker li Girê Qûdê yê Efrînê weşand. Di dîmen de nasnameyên leşkerên hatine kuştin jî xuya dikin. -
Li Şehbayê operasyoneke taybet li dijî dagirkerên Tirk hate kirin
QSD'ê encamên operasyona taybet a li herêma Şehbayê li dijî artêşa Tirk a dagirker hate kirin, eşkere kir. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li dibistana Racoyê dibarînin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li dibistana li navçeya Raco ya Efrînê dibarînin. -
Cenazeyê endamê Ragihandina YPG'ê Welat hate veşartin
Cenazeyê endamê Ragihandina YPG'ê Tolhildan Welat ku li Girê Qestel Cîndo ji ber bomberdûmana bi balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Çeteyan malên gundiyên li gundê Qurnê talan kirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji bo dagirkirinê êrîşî Efrînê û axa Bakurê Sûriyeyê kirine, li gundê Qurnê yê Bilbilê malên gundiyan kalan kirin û hewl dan malbatekê birevînin. Şervanên QSD'ê gund ji çeteyan paqij kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li Şerawa dibarîne
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navçeya Şerawa ya Efrînê dibarînin. -
Li Şehbayê 7 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
Li herêma Şehbayê di encama 2 çalakiyên taybet ên hêzên QSD'ê de 7 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin, tankek û wesayitek wan hatin rûxandin. -
QSD: Di roja çaremîn de 203 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
QSD'ê encama şerê roja çaremîn ê berxwedana Efrînê ya li eniyên Cindirêse, Şiyê, Raco, Şera, Bilbilê û herêma Şehbayê eşkere kir. Li gorî vê yekê 203 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin, ku 4 jê fermandar in. -
Balafirên şer ên Tirk li ambûlansê xistin, ku birîndar tê de hebû
Di roja pêncan a êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de bi balafirên şer li ambûlansa Heyva Sor a Kurd xistin. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li navçeya Bilbilê dibarînin
Dewleta Tirk û êrîşên xwe yên ji bo dagirkirina Efrînê didomîne, bombeyan li navçeya Bilbilê dibarîne. Li Şehbayê jî topbaraneke giran tê kirin. -
QSD'ê bîlançoya êrîşên li dijî sivîlan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, dewleta Tirk li Efrînê yekser êrîşî sivîlan kiriye. -
Çalakiya şervanên QSD'ê: 8 leşkerên Tirk hatin kuştin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li dijî leşkerên Tirk ên li gundê Bazera yê li bajarokê Darît Îzayê çalakiyek li dar xistin. Di encamê de 8 leşkerên Tirk mirin. -
'Li dijî dagirkeriyê divê helwesteke hevpar bê nîşandan'
Fermandariya Rojava ya Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî daxuyanî da û got, "Em bang li tevgera şoreşger a Tirkiyeyê dikin ku li dijî dagirkirina Efrîne sekneke hevpar nîşan bidin, çalakiyan li dar bixin, dakevin qadan û rabin serhildanê." -
Li Raco ji ber êrîşê sivîlek şehîd bû, 2 sivîl jî birîndar bûn
Artêşa Tirk bi obusan bombeyan li navçeya Raco ya Efrînê dibarîne. Ji ber êrîşê sivîlek şehîd bû, 2 sivîl jî birîndar bûn. -
Di şer de 3 wesayît hatin rûxandin, 37 leşker û çete hatin kuştin
Çavkaniyên nêzî QSD’ê diyar kirin ku li gundên Omera û Qudê yên navçeya Racoyê ya Efrînê 2 jê bi zirx, 3 wesayîtên artêşa Tirk û çeteyan îmha kirine. -
Li Racoyê 37 çete hatin kuştin, tankek hate îmhakirin
Li gundên Omera û Qudê 37 çete hatin kuştin. -
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan êrîşî Racoyê dike
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan êrîşî navçeya Raco ya Efrînê dike. -
Artêşa Tirk Efrîn û Kobanê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi hewan û obusan navçeya Cindirês a Efrîn û bi tankan jî gundê Zurmixar a Kobanê topbaran dike. Bomberdûman hê jî didome. -
Li gundê Omera ya Recoyê tenkeke din a Tirk hate rûxandin
Li gundê Omera ya Reco yê tenkeke din a artêşa Tirk a dagirker hate rûxandin. -
Di êrîşên artêşa Tirk a li ser Cindirêsê de 10 kes birîndar bûn
Di encama topbaran û bomebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên herêmên Raco û Cindirêsê de 10 kes birîndar bûn.