Kongreya Star: Avesta Xabûr navê berxwedana Efrînê ye
Koordînasyona Kongreya Star ji bo şervana YPJ’ê Avesta Xabûr daxuyaniyek weşand a ku li gundê Hemamê yê Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke fedaî li dar xist.
Koordînasyona Kongreya Star ji bo şervana YPJ’ê Avesta Xabûr daxuyaniyek weşand a ku li gundê Hemamê yê Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke fedaî li dar xist.
Şervana YPJ’ê Avesta Xabûr di 27’ê Çileyê de dema li dijî artêşa Tirk a dagirker şer dikir, bi çalakiyeke fedaî şehîd ket.
Koordînasyona Kongreya Starê jî ji bo şervana YPJ’ê Avesta Xabûr daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:
“Berxwedana gelê Kurd û jina Kurd li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser civakê, jinê, zarokan, xwezayê, nirxên dîrokî bi salan e didome, kêli bi kêlî bilind dibe. Ev berxwedana ku wek dilê dayikan zelal û mezin e, wek kelecana jinên ciwan germ û çalak e, wek xortaniya nû gîhaştî camêr û hevalbend e, wek zanatiya kal û pîran mezin dibe, qehremanên dema xwe ava dike. Her kêliyek bi qehremanan bi nav dibe. Ala azadiyê ji dest didin hevdu û kêliyên xwe ava dikin. Her gotin û kêliya jiyana azad heq dikin. Ji bo avakirina kêliyên azad, Serokê Netewî, civakan, dijmin xistine rêzê.
Bi berxwedana pîroz a Kobanê gelê Kurd vîna xwe ya azad nîşan dan. Di berxwedana Efrînê de jinên Kurd, bi pêşengiya YPJ′ê û rêheval Avesta Xabûr jiyana azad ava dikin. Di van kêliyên ku berxwedana Efrînê êdî wê bibe berxwedana Avesta Xabûr de, jina azad car din mohra xwe di kesayeta rêheval Avesta de li dîrokê, li zemanan û li dilê dijminahiyê dide. Bi berxwedana Efrînê netew hîn baştir nêzî hev bûn, jin hîn zêde birêxistin bûn, ala azadiyê ya di destê netewên cûr be cûr de di qadên azadiyê de hîn bilindtir bû.
EV BERXWEDAN NAYÊ SEKINANDIN
Bi rihê fedayî, bi armanca jiyana hevpar û azad bi baweriya pêşerojên demokratîk avakirina kêliyên azad berdewam dibin. Heya ku zext, êrîş, zulm, gefxwarin, zordarî, bêmafî li ser gelê me û welatê me hebe ev doz nayê berdan, ev berxwedan nayê seknandin, ev ruhê fedayî wê bilidtir bibe.
Jin bi ruhê fedayî û şoreşger li hemberî hemû dagirkerî, desthilatî, destwerdan û gefxwarinan li ber xwe didin. Jin welatparêz in, şoreşger in. Jin di çeperan de, di kêliyên jiyana azad de, jiyan û civaka xwe diparêzin. Parêzvan û rêxistinkirî ne.
Jin bi zanîna fikir-zikir-çalakî, bi fikra jiyana azad ya APO′yî, bi berxwedana serdemê ya fedayî, bi rêya Arînan girêdayî ne. Jin perwerdekirî ne. Îro ev jina rêxistinkirî, perwerdekirî û welatparêz dikare di kevir de hest bigire, di gulê de şiyar bibe, di însan de bibe ya xwe û gelê xwe.
BANGA XWEDÎLÊDERKETINA BERXWEDANÊ
Em bang dikin ku li hemberî hemû hêzên dagirker, dijmirohaviyê, dijnetewbûnê em bi hev re bi yek engî, yek dil û yek dirûşmê berxwedana jiyana azad ya Efrînê silav bikin. Em berxwedana xwe li kolanan, li ber sazî û dezgehên faşîzan û dijmirovahiyê bilind bikin, hemû rêyên dagiriyên dewleta Tirk ya dagirker bidin girtin, sazî û dezgehên navbeynkar hişyar bikin û hemû rêyên van êrîşan bidin girtin.
Em ji tu kesê din hêviyan nakin. Qada azadiya xwe em ava dikin û bi destê hev digirin. Her mirovên azadîxwaz dikare destê xwe bide hev û dakeve meydana azadiyê. Kerem bikin berxwedana serdemê, kerem bikin mirovahiya azadîxwaz, kerem bikin netewên demokratîk bi rihê fedayî yê rêheval Avesta Xabûr em soz didin ku van êrîşan hemûyan têk bibin.”