Şehîd Avesta Xabûr: Em hêza jinê radixin pêş çavan
Şervana fedayî ya YPJ'ê Avesta Xabûr di hevpeyvîneke xwe de destnîşan kir ku bi têkoşîna xwe ew hêza jinê nîşanî her kesî didin.
Şervana fedayî ya YPJ'ê Avesta Xabûr di hevpeyvîneke xwe de destnîşan kir ku bi têkoşîna xwe ew hêza jinê nîşanî her kesî didin.
Şervana YPJ'ê Avesta Xabûr ku 27'ê Çileyê li gundê Hemamê yê Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya fedayî kir, dema ku li Akademiya Şehîd Şîlan bû di hevpeyvînekê de qala têkoşîna xwe kiribû:
"Ez ji nahiya Bilbilê me. Navê bavê min Ehmed e, navê dayika min Emîne ye.
Destpêkê ez li Şamê bûm, min wê çaxê qet partî nas nedikir. Tevî ku ji malbata me gelek tevlîbûn li nava partiyê çêbû jî wê wextê min partî baş nas nedikir. Piştî ku hatim gund, ez bi hevalan tesîr bûm. Dema heval dihatin cem malbatê, bi rastî jî ez pir tesîr dibûm. Piştre min gelekî xwest ez tevlî bibim. Min dixwest ez her tiştî nas bikim, ez bizanibim Serokatî kî ye, haya min ji keda Serokatî ya ji bo jinê tine bû. Piştî ku tevlî bûm, li nava şervanên ez êdî fêr bûm."
"Navê min Avesta Xabûr. Niha em li Akademiya Şehîd Şîlan in. Bi rastî li akademiyeke wisa ya îdeolojîk tu pir tiştan nas dike. Mirov bi giraniyê didin ser partîbûnê. Piranî mirov li ser sekna jinê, li ser rewşa jinê ya di nava civakê de radiweste. Mesela, li nava civakê nikare mafê xwe bixwaze, her tim tê helandin. Lê dema mirov tevlî partiyê dibe, mirov li ser vê mijarê pir difikre. Li gorî perspektîfa ku serokatî dide jinê, divê jin têkoşîneke çawa bike, têkoşîneke ku bibe xwedî hêz, hêzeke çawa biafirîne, ji aliyê leşkerî û ji aliyê siyasî ve.
Jineke ku ji siyasetê fêhm neke, tê helandin. Li vê akademiyê mirov piranî tiştên wisa nas dikin. Zor û zehmetiya jinê li pêşberî zîhniyeta zilam, li pêşberî zîhniyeta dewletan, jinek çawa dikare bibe xwedî hêz, bibe jineke serketî li hemû cihan. Ji aliyê siyasî û leşkerî ve, li her cihî. Ji ber ku li her cihî dibêjin 'jin mafê xwe nîne, nikare tiştekî bike'. Di vir de, dema tu tê nava partiyê, tu fêhm dike ku jin dikare bi hêza xwe her tiştî bike. Jin li qada leşkerî, siyasî, li her qadê cih digire. Mînak, dikare cihekî bi rê ve bibe, dikare şer bi rê ve bibe. Hêza jinê heta wî cihî derdikeve holê. Em bi giranî li ser wê yekê kûr dibin, ku bi felsefeya Serokatî jinên li nava civakê tên helandin rizgar bikin. DAÎŞ ji jinê gelekî ditirse, dema ku dibîne li hemberî wan jin şer dike, şoq dibin. Ji ber vê yekê kîna wan herî zêde li dijî jinê ye. Lê li hemberî vê yekê em timî dibin bersiv. Hem li hemberî DAÎŞ'ê hem jî li dijî dewletên li ber me radibin, em hêza jinê radixin pêş çavan.
Êrîşên bi giranî di vê demê de tên kirin li dijî jinê, li dijî Serokê me ye, li dijî Rêber Apo ye. Ji me tê xwestin ku di vê demê de em bibin bersiv. Em li ser rê û rêbazên bersivdana li pêvajoyê difikirin. Em pir dixwazin bibin bersiv û em ê her tim bibin bersiv."