ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
SSU: Divê Erdogan bê dadgehkirin
Li Swêdê baskê ciwanan SSU yê Partiya Karkerên Demokrat ên Sosyal ku şirîkên hikumetê ne, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de SSU xwest ku Erdogan ji ber êrîşên li hemeber Efrînê derkeve dadgehê. -
Efrînê cenazeyê şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmekê veşartin
Bi sedana welatiyên Efrînê cenazeyê Şehîd Avesta Xabûr û 23 şehîdên Berxwedana Serdemê li Goristana Şehîd Avesta a li gundê Kefer Şîlê ya girêdayî bajarê Efrînê bi merasîmeke bi heybet ve veşartin. -
Balafirên artêşa Tirk bombeyan li Bilbilê û Kevirê Ker dibarîne
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker çiyayê Kevirê Ker û navenda navçeya Bilbilê bomberdûman dike. -
Di êrîşa dagirkirinê ya 9 rojan de 60 şehîd, 153 sivîl birîndar bûne
Rêveberiya Nexweşxaneya Avîrn û Meclîsa Tenduristiya Kantona Efrînê hejmara qûrbahiyên êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê eşkere kir û li gorî vê; di êrîşan de heta niha 60 şehîd û 153 sivîl birîndar bûne. -
Cenazeyê şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê spartin axê
Bi sendan welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê 2 şervanên YPG`ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmekê spartin axê. -
Li Efrînê tankek din jî hate rûxandin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk tankek din a artêşa Tirk a dagirker rûxand. QSD’ê ragihand ku wê dîmenên tangê biweşînin. -
Li gundê Hemamê şer giran e
Di navbera dewleta Tirk a dagirker û şervanên QSD'ê de li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê şerekî giran diqewime. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li keleha dîrokî dibarînin
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li keleha Nebî Hûrî ya li navçeya Şera ya Efrînê dibarînin. -
Balafirên şer bombeyan li gundên Şera dibarînin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, bombeyan li gundên navçeya Şera ya Efrînê dibarînin. -
'Dema Efrîn tê bombebarankirin, li Soçiyê çareserî ne pêkan e'
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi gotina "Dema Efrîn tê bombebarankirin, li Soçiyê çareserî ne pêkan e" nerazîbûn nîşan da û got, "Nehewandina hêzeke ku di çareseriyê de rola wê heye, wê bandoreke neyînî bike." -
Artêşa Tirk fena DAÎŞ'ê êrîşî perestgehan dike
Artêşa Tirk êrîşî Perestgeha Eyn Dara kir ku Beriya Zayinê sala 1300'î hate çêkirin. -
Endama Ragihandina YPJ'ê Aras Mehsûm li Efrînê birîndar bû
Endama Navenda Ragaihandina YPJ'ê Aras Mehsûm li Efrînê di dema şopandina şer de birîndar bû. -
Xaziyê Kobanê dixwaze biçe Efrînê
Birîndarê Kobanê, ku malbata wî hemû di nava berxwedana Efrînê de cih digire û wî bi xwe jî xwe tevlî bibe, lê pêşniyara wî nehate qebûlkirin got, "Divê Kurdistanî seferber bibin. Efrîn wê ti carî têk neçe." -
Balafirên şer ên Tirk gundên Gubelê û Dêr Mişmişê bombe dikin
Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê dewam dike. -
Fermandariya QSD’ê têkildarî Girê Qestelê daxuyaniyek da
Fermandariya QSD’ê ya Efrînê diyar kir ku agahiyên artêşa Tirk û çapemeniya wê ya têkildarî Girê Qestelê didin nerastin, berxwedana şervanên QSD’ê dewam dike. -
Abdullah: Em ê bi ruhê berxwedana Şehîd Avesta li ber xwe bidin
Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah a banga mezinkirina berxwedanê li gelê Kurd kir wiha got: “ Em ê li dijî qirkirin û mêtîngeriya dewleta Tirk a faşîst bi ruhê berxwdana Avesta li ber xwe bidin.” -
Hejmara kesên di komkujiya Gubelê de jiyana xwe ji dest dayîn bûn 8
Li gundê Gubelê yê Şerawa hejmara kesên di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dayîn bûn 8 kes. -
QSD’ê li dijî leşkerên Tirk çalakiyek lidar xist
Şervanên QSD’ê li gundê Boca ya navçeya Bilbil a Efrînê li dijî leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiyek lidar xistin. -
Gundên Xalta û Cilbirê ya Şêrewa tên bombe kirin
Arêtşa Tirk a dagiker û çeteyên wê derdorî gundên Xalta û Cilbirê ya navçeya Şera ya Efrînê bombeyan dibarinin. -
Li Reco yê tankek din jî hate rûxandin
Li gundê Elbîske yê Reco yê tankek din a artêşa Tirk a dagirker hate rûxandin. -
Cenazeyê 2 şehîdên Bagera Cizîrê li Til Koçer spartin axê
Bi sedan welatiyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer cenazeyê şervanên YPG’ê Beşdar El-Ewad (Diyab Yûsifiye) û Ehmed Elî (Serbest Til Koçer) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Til Koçer spartin axê. -
Artêşa Tirk a dagirker kalê 70’ê salî qetil kir
Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên li hember Efrînê de kalê bi navê Arîf Henan Mihemed yê 70 salî qetil kir. -
YPJ: Çalakiya Avesta Xabûr bersiveke xurt e
Yekîneyên Parastinê Jinê (YPJ) îro ji bo Avesta Xabûr daxuyaniyeke nivîskî weşand a ku li Efrînê li hemberî artêşa Tirkiyeyê çalakiyeke fedaî li dar xistibû. -
Gelê Dêrikê li dijî dagirkeriyê daket qadan
Li bajarê DêrikÊ yê herêma Cizirê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê bi çalakiyekî girseyî hate protestokirin. Bi hezaran welatiyên Dêrikê peyama ‘Em ê rê nedin dagirkeriya Tirk’ dan. -
Girê Kevirê Ker ji dagirkeran hate paqijkirin
Hate ragihandin ku Girê Kevirê Ker yê navçeya Raco ya Efrînê ji hêzên dagirker hate paqijkirin.