Dewleta Tirk li Bilbilê û Racoyê komkujiyeke din kir
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Raco û Bilbilê yên Efrînê komkujiyeke din kirine.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Raco û Bilbilê yên Efrînê komkujiyeke din kirine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Raco û Bilbilê komkujiyeke din kiriye.
Ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker ku di roja 9. de jî dewam kir, zêdeyî 50 sivîl hatin kuştin, 137 sivîl jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê li ser êrîşa bi balafirên şer a artêşa Tirk a li navçeyên Bilbilê û Raco yên Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li gundê Hec Xelîl ê Racoyê, ku balafirên şer ên Tirk bombe lê barandin, komkujiyeke din rû da. Ji ber êrîşa balafirên şer ên Tirk gelek sivîl şehîd bûn û birîndar bûn.
Wekî din, li navçeya Bilbilê jî ku artêşa Tirk a dagirker danê sibehê bombe lê barand, komkujiyeke sivîl rû da."