Li Qestelê şer giran bû, li Şiyeyê çeteyek radest bû

Piştî ku êrîşa li ser girê Qestel Cindo hate şikandin, di navbeyna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê El Nusra û şervanên QSD’ê de şerê giran rû da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî ku êrîşên vê sibehê yên bi ser Girê Qestel Cindo de şikandin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El Nûsra teqwiye şandin herêmê.

Di daxuyaniyê de hate gotin di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê El Nûsra de şerekî giran heye.

QSD’ê diyar kir piştî ku vê sibehê êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin şikadnin artêşa Tirk bi balafiran Qestel Cindo bombe kiriye û got, ‘’Piştî êrîşa hewayî di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El Nûsra de ku teqwiye şandibûn wir ji nêz ve şerekî giran heye.’’

QSD’ê her wiha diyar kir li navçeya Şiyê çeteyekî xwe radestî hêzên wan kiriye.