'Me çawa Kobanê bi ser xist e em ê Efrînê jî bi ser bixin'

Şervanên YPJ’ê di salvegera 3’yan a rizgarkiriya Kobanê de axivîn, salvegera rizgariya Kobanê pîroz kirin û gotin çawa ku wan êrîşên ser Kobanê şikandibin û Kobanê rizgar kiribin ew ê êrîşên li ser Efrînê jî bişkînin û bi ser bixin.

Şervanên YPJ’ê di salvgera 3’yan a rizgariya Kobanê de axivîn û diyar kirin ew rizgariya Kobanê li şehîdên şoreşê, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelê Kurd ê welatparêz pîroz dikin û gotin, ‘’Dewleta Tirk bi navê DAÎŞ’ê êrîş bire ser Kobanê û xwest ku Kobanê bistîne û Kurdan li vir tine bike. Lê nekarî vê armanca xwe pêk bîne û têk çû.’’

Şervanên YPJ’ê gotin, şervanên ku li Kobanê li ber xwe dan bi lehengiyeke mezin li ber xwe dane, bi rihê Arîn û Kendalan gihaştine asta niha.

'ME ÇAWA KOBANÊ BI SER XIST, EM Ê EFRÎNÊ JÎ BI SER BIXIN’

Şervanên YPJ’ê bal kişandin ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi ser Efrînê de û gotin, çawa ku Kobanê bi ser ket wê Efrîn jî bi ser bikeve, wê nehêlin ku bikevin Efrînê jî, çawa ku wan Kobanê bernedaya ew ê Efrînê jî bernedin.

Şervanên YPJ’ê diyar kirin ku berxwedaniya Kobanê di şexsê Arîn û Berfînan de, bi berxwedaniya şervanên jin bi ser ketiye.

Şervanên jin diyar kirin ku ew ê li Efrînê jî bi rihê Arîn û Kendalan li ber xwe bidin û çawa ku Kobanê bi ser xistin wê Efrînê jî bi ser bixin.

Şervanên YPJ’ê her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi çi şêwaz û teknîke êrîşê bi ser Efrînê de bîne jî ew hêzên YPJ’ê bêdeng nemînin û êrîşan bişkînin.