Navê berxwedanê duh Kobanê bû, îro jî Efrîn e

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen di salvegera berxwedana Kobanê de işaret bi berxwedana Efrînê kir û got, "Di şerê Kobanê de Efrînî bi her awayî seferber bûn. Niha jî wê gelê Kobanê û hemû Kurdistanî ji bo Efrînê seferber bibin."

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirian Efrînê ev 9 roj in bê navber dewm dikin. Li Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa heye. Ev dema ku berxwedaneke xurt ê dayin her wiha salvegera têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê li Kobanê ye. Gelê Kobanê dibêje, "Roj roja parastina Kurdistanê ye. Duh Efrîn ji bo me seferber bû, îro jî dor hatiye me."

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen, di salvegera Serketina Kobanê de ji ANF'ê re axivî.

'TEVÎ KU LI BENDÊ BÛN, KOBANÊ NEKET'

Îsmet Şêx Hesen destnîşan kir, parastina Efrînê her wiha parastina berxwedana Kobanê ye û got, "Îro rojeke dîrokî ye. Roja serketina Berxwedana Kobanê ye, ku ne tenê ji bo Rojava, lê ji bo tevahiya Kurdistanê rojeke pîroz e. Di encama berxwedana dîrokî de ku Îlona 2014'an bi êrîşa DAÎŞ'ê ya li Sersozî re dest pê kir, 26'ê Çileya 2015'an çeteyên DAÎŞ'ê hatin şikandin. Ev yek her wiha şikestina Erdogan bû ku destek dida çeteyan.

Ji Erdogan hebû ku bi êrîşa tevî DAÎŞ'ê dikir wê Kobanê biketa. Lê belê hesabên wî li cih nehat. Ruhê hevpar ê Kurdan berxwedan bi ser xist. Ruhekî mîna vê berxwedana dîrokî îro li Efrînê heye. Bi ruhê berxwedana Kobanê li dijî top, balafir û tankan gel li ber xwe dide."

'KES NIKARE VÎNA GELÊ EFRÎNÊ BIŞIKÎNE'

Hesen da xuyakirin ku kes nikare vîna gelê Kurd bişikîne û wiha dewam kir: "Ji kesî nayê ku vîna gelê Efrînê bişikîne. Di dîroka me û serdema heyî de serê me bi berxwedanê bilind bû, ji niha û pê ve jî wê wiha be. Ruhê Kobanê têk neçû. Bi berxwedana Arîn, Revan, Gelhat, Kendal û bi hezaran şehîdan serketin misoger bû. Kantona Efrînê jî bi heman ruhî li ser piyan e û bi vê berxwedanê, bi fedakariya şehîdan wê têk neçe."

Hesen ji dagirkerên Tirk re got, "Bila Erdogan û çeteyên wî ne li bendê bin. Wê armancên xwe bi ser nexînin. Yên ku bi ser bikevin wê Kurd bin. Em ê serketina xwe ya li Efrînê diyarî Rêber Apo bikin."

'GELEKÎ WELÊ HEYE KU JI DIL XWE ŞER DIKE'

Îsmet Şêx Hesen diyar kir, dewleta Tirk rûyê xwe yê dagirker bi gelek komkujiyên beriya niha dijî sivîlan kir nîşan da û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî vê rewşê rexne kir. Hesen got, "Dewleta Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana Kurdan dîn û har bûye, êrîşî sivîlan dike. Bi balafir, tank, top û çeteyên xwe êrîşî Kurdan dikin, lê li bin guhê berxwedana bi biryar dikevin û dipengizin.

Artêşa Tirk ku dibêje, artêşa çaremîn a herî mezin a NATO'yê ye û bi vî rengî pesnê xwe dide, zêdeyî hefteyeke bi hemû hêza xwe êrîş dike, lê bi gavekê jî nikare li Efrînê bi pêş ve biçe. Hêz û teknîka me bi qasî ya wan nîne, lê belê vîn û baweriya me heye. Lewma em ji wan xurtir in. Gelekî welê heye ku ji dil şer dike."

'ARÎN LI KOBANÊ, NEWAL JÎ LI EFRÎNÊ BÛN SEMBOL'

Hesen bi bîr xist ku Arîn Mîrkan a sembola Berxwedana Kobanê ji Efrînê ye, şehîda destpêkê ya YPJ'ê ya berxwedana îro ya Efrînê jî Newal e, ku ew jî ji Kobanê ye. Hesen got, "Di şerê Kobanê de Efrînî seferber bûbûn. Niha jî li dijî êrîşên li ser Efrînê, ne tenê Kobanê wê li gel Kobanê tevahiya gelê Kurdistanê seferber bibe. Tevlîbûna tevahiya gelê Kurdistanê kir ku Kobanê bi ser bikeve. Heman tişt wê ji bo Efrînê jî bibe. Ya ku ruhê berxwedanê ya Kobanê geş kir Arîn a ji Efrînê bû. Îro jî ya ku heman ruhê berxwedanê li Efrînê nîşan da, şehîd Newal e.

Herî dawî ez ê vê bêjim; Bêyî bêje jin û zarok e, Erdogan sivîlan dikuje. Divê ti dewlet li cem vî sûcdarê şer nesekine. Kurd bi salan e şerekî mafdar dimeşîne, divê li cem wan cih bigirin. Pêwîste her kes tevlî berxwedana Efrînê bibe û li cem YPG/YPJ'ê cih bigirin."