Şervanên YPG/YPJ’ê: Em ji Efrînê re jî amade ne!
Şervanên YPG/YPJ’ê diyar kir ku ew amade ne li Efrînê li dijî dewleta Tirkiyeyê şer bikin û gotin ‘Wê gelê Kurd bi ser bikeve.’
Şervanên YPG/YPJ’ê diyar kir ku ew amade ne li Efrînê li dijî dewleta Tirkiyeyê şer bikin û gotin ‘Wê gelê Kurd bi ser bikeve.’
Şervanên YPG/YPJ’ê têkildarî êrîşên li ser Efrînê nerazîbûnên xwe ji ANF’ê re diyar kirin.
Bêrîtan Qamişlo: Em YPJ, me li eniya pêş a Dêrazorê peywira xwe bi cih anî. Li ku derê pêwistî hebe, em ê herin wê derê. Dewleta Tirkiyeyê niha êrîşî Efrînê dike, lê divê ew bizanibin êrîşên wan çiqasî zêde bibe,ew ê berxwedana me du qat zêdetir bibe. Em li vê derê derbên dawîn li DAÎŞ’ê dixin, Erdogan jî ji ber vê sedemê êrîşî gelê Efrînê dike. Ew ê serfirazî ya gelê Kurd be.
Mûrat Oznût: Me li Reqayê çete tarûmar kirin, em ê li Dêrazorê jî wan biqedînin. Dewleta Tirk naxwaze vê têkçûna DAÎŞ’ê qebûl bike, ji ber vê jî êrîşî Efrînê dike. Em ê van êrîşên wan jî bişkînin.
Dîdar Qamişlo: Her kesî digot ‘Vana nikarin Reqayê’ bistînin lê va ye em dikin Dêrazorê jî bistînin. Ji bo me ya girîng serfirazî ye. Em amade ne, biçin Efrînê jî. Em ji bo her derê amade ne.