Dayikên li Şerawayê ji bo şervanên QSD'ê xwarinê çêdikin

Dayikên li navçeya Şerawa ya Efrînê, ji bo şervanên QSD'ê yên li dijî dagirkeriya Tirk li çeperan li ber xwe didin, xwarinê çêdikin.

Gelê Efrînê zêdeyî hefteyeke ji bo parastina axa xwe li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide. Bajar tev li dijî faşîzma dewleta Tirk û DAÎŞ'ê li ber xwe dide. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li eniyên berxwedanê li ber faşîzmê radibin. Piştgiriya herî mezin a ji bo vê têkoşîna şervanan jî, ji gelê Efrînê tê.

Armanc û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û xalîkirina bajêr ji mirovan, bi ser neketin.

'EM JI BALAFIRÊN ERDOGAN NATIRSIN'

Li navend û navçeyên bajêr, ji heft heta heftê salî her kes li dijî dagirkeriyê seferber bûne. Tevî mirovên rahiştine çekê û berê xwe dane çeperên berxwedanê, dayikên Efrînî jî xwarinê ji şervanêna xwe re çêdikin.

Dayikên li navçeya Şerawa ya Efrînê diyar kirin ku ji roja destpêkirina êrîşan ve ew ji bo şervanên QSD'ê xwarinê çêdikin û gotin, "Em ji balafir û topên Erdogan natirsin. Cihê wan li ser axa me nîne. Em ê nehêlin ku Efrînê dagir bikin."