ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Koçberên li Îdlibê pêşî li çeteyên êrîşî Efrînê dikirin girtin
Koçberên li Kampên Dêra Hesan û El Selam ên Îdlibê dimînin, ji bo nehêlin ku terorîstên dewleta Tirk a dagirker ji kampên wan êrîşî Efrînê bikin, rê girtin. -
Bavê şehîd tevî 4 kurên xwe li eniya berxwedanê ye
Hîkmet Silêman Hemo 60 salî ye û ji destpêka şoreşê ve di nava refên YPG'ê de ye. Çar kurên wî jî şervanên YPG'ê ne. Hemo her wiha bavê şehîd e. -
QSD: 3 wesayitên artêşa Tirk hatin rûxandin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, di şerê duh de 3 wesayitên artêşa Tirk hatine rûxandin. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundê Baflûne û navçeya Bilbilê dibarîne
Balafirên şer ên Tirk gundê Baflûne yê girêdayî navçeya Şera ya Efînê û navçeya Bilbilê bomberdûman dike. -
Balafirên şer li ser Efrînê digerin
Balafirên şer ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser esmanên Efrînê digerin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî sivîlek birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî li taxa El Çarx sivîlek birîndar kir. -
Balafirên şer ên Tirk li Cindirêsê li wesayita sivîlan xist
QSD’ê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk li Cindirêsê wesayita sivîlan bombe kiriye. -
Artêşa Tirk a dagirker bi topan li Racoyê dide
Artêşa Tirk a dagirker bi topan li navçeya Racoyê ya Efrînê dide. -
RAJIN’ê, Avrîn Mahsûm bi bîr anî: Em ê li pey şopa wan bin
RAJIN’ê Avrîn Mahsûm ku dema hewl dida berxwdanê û dagirkeriyê ragihîne şehîd bûyî bi bîr anî û got , ‘’Em ê di xeta çapemeniya jina azad de bimeşin’. -
ANHA: Artêşa Tirkiyeyê bombeya mîsketê avêt Efrînê
Artêşa Tirk a dagirker bombeyên mîsketê avêt gundê Kefer Sefre yê Cindirêsê ya Efrînê û gundên derdorê. -
Li Racoyê şer: Hêzên dagirker qadên sîvîl bomberdûman dike
Li derdora Racoyê şerê giran didome. Hêzên dagirker, bi tankan li gara rêwiyan da. -
Di roja 11’an a êrîşên dagirker de, bûyerên ku rû dane
Di roja 11’an a êrîşên dagirker De, şervanên ‘Berxwedana Serdemê’ rê nadin faşîzmê. -
Li Şiyê û Racoyê şerekî dijwar diqewime
Şerê navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên QSD'ê de bi dijwarî dewam dike. -
Ciwanên ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tevlî Berxwedana Efrînê dibin
Ciwanên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên li ser Efrînê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ê di çeperên berxwedanê de cih bigirin. -
HPC: Li dijî dagirkeriyê em amade ne biçin Efrînê
Endamên HPC'ê gotin, "Ji bo berxwedana li dijî dagirkeriyê, em amade ne biçin Efrînê." -
YPG: Avesta wê navê berxwedana me be
Fermandariya Giştî ya YPG'ê destnîşan kir, şervana YPJ'ê Avesta Xabûr a li dijî hêzên dagirker çalakiya fedayî kir, wê navê berxwedana wan a li dijî êrîşên dagirker be. -
Endama Navenda Çapemeniyê ya YPJ’ê Avrîn Mahsûm şehîd bû
Endama Navenda Çapemeniyê ya YPJ’ê Avrîn Mahsûm li Racoyê şehîd bû. -
Şer û bomberdûmana li Efrînê dewam dikin
Êrîşên hewayî û bejahî yên li dijî Efrînê vê şevê jî dewam kirin. Li gelek deveran jî şer qewimî. Balafirên keşfê li ser herêmê digerin. -
Hêviya ji Soçî mîna rejeya tevlîbûnê kêm e
Tevî ku Rûsya li gel Tirkiye û Îranê bi heman e amadekariya wê dikin, beşeke mezin a vexwendiyên konferansa Soçiyê ku duh dest pê kir, tevlî nebûn. Vê yekê, bendewariya ji civîna bilind ku kêm bû, kêmtir kir. -
Xelîl: Berxwedana Efrînê ji bo dewletan jî bûye hêvî
Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl got, "Naxwazin bi Tirkan re bibin dijmin, ji ber ku DAÎŞ bi perspektîfa Erdogan tevdigere. Xwedî têkiliyên xurt ên aborî-bazirganî ne. Hemû endamê NATO'yê ne. Gefa penaberiyan li ser heye." -
QSD: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li Hemamê hate şikandin
QSD’ê ragihand ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Gundê Hemamê ya navçeya Cindirês a Efrînê têk birine. -
Li dijî gundên Îska,Celeme û Şadire êrîşên hewayî
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên Îska, Celeme û ŞAdire yên Efrînê dibarîne. -
Bi obûsan Cindirêsê bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan Cindirêsê bombe dikin. -
Li Rojava dewleta Tirk bi çalakiyên girseyî hate protestokirin
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirkiyê yên li hemberî Efrînê li gelek bajarên Rojava bi meş û mitîngan hatin şermezarkirin. -
Çeteyên ku êrîşî Efrînê dikirin, bi hev ketine
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker yên ku êrîşî Efrînê dikin, bi hev ketine.