Cenazeyê Şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmekê spartina axê

Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyên şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmek bi heybet li goristana Şehîd Refîq spartina axê.

Şervanên Azadiyê yên bi navê Cemal Reşîd (Têkoşer Şêrawa), Ebdo Kolîn (Zagros Efrîn), Xewşnav Yûsif (Çiya Efrîn), Rûstem Heftaro (Rûstem), Selam Reşîd (Diyar), Ebdo Hisên (Ebdo), Şêxo Şalik (Şeyxûn), Mihemed Hesen (Mihemed), Ridwan Hesen (Efrîn Deştî), Mihemed Bîlal (Mihemed), Nasir Misto (Nasir) û Umer Reşîd (Erdal Efrîn) di Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên li ber xwe didina şehîd bûn.

Bi hezaran welatiyên kantona Efrînê cenazeyên şervanan ji navenda tenduristiyê wergirtin û ber bi qada Nexweşxaneya Dersim a baêarê Efrînê bi rê ketin.

Li vir merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre jî Cîgirê Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Xelîl Ehmed axivî û got: “Şehîd pira ber bi aştî û azadiyê ne. Ji bo azadî û parastina gelan şehîd bûne. Dîroka Kurd bi destanên qehremaniyê tijî û dagirtiye. Gelê Efînê jî efsaneiyên qehremaniyê di nivîsînin. Pêwîste gelê me xwe ji şerê taybet ku faşîzmaya Tirk li dijî kurd dide meşandin hişyar be, ji be ev şer ji şerê leşkerî xetertir e.”

Birayê şehîd Erdal Efrîn, Rêzan Reşîd jî axivî û got: “Heta dilopa dawî ji xwînê xwe em ê li ber xwe bidin. Efrîn warê şehîdan e, em amade ne bi hemû ferdên malbatê canê xwe ji bo Efrîn feda bikin.”

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşima “Şehîd Namire” û tilîliyan ve spartin axê.