QSD: Êrîşa li Qestel Cîndo hate şikandin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, êrîşa li girê Qestel Cîndo hate şikandin û derbeke giran li artêşa Tirk û çeteyên wê hate xistin.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, êrîşa li girê Qestel Cîndo hate şikandin û derbeke giran li artêşa Tirk û çeteyên wê hate xistin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li ser êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku danê sibehê li girê Qestel Cîndo yê navçeya Şera ya Efrînê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya QSD'ê de ev agahî hatin dayin:
"Artêşa Tirk a dagirker, danê sibehê ji bejahî ve êrîşeke berfireh bir ser girê Qestel Cîndo yê li navçeya Şer ya Efrînê.
Piştî ku hêzên me bersiv dan artêşa Tirk a dagirker, şer derket. Di encama vî şerî de ku bi saetan dewam kir, êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hate şikandin.
Di şer de debeke giran li artêşa Tirk û çeteyên wê hate xistin. Hejmara mirî û birîndarên çeteyan zelal nebû.
Piştî ku êrîş hate şikandin, balafirên şer ên Tirk bombe li girê Qestel Cîndo barandin.
Wekî din, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li gundê Qedde yê Racoyê barandin."