NÛ BÛ-Di êrîşên artêşa Tirk de 50 sivîl şehîd, 137 sivîl jî birîndar bûne

Berxwedana gelê Efrînê ya li dijî artêşa Tirk û dagirker di roja 8’an de didome. Heta niha di encama êrîş û bomberdûmanên dewleta Tirk û çeteyên wê de 50 sivîl şehîd, 137 sivîl jî birîndar bûne.

Berxwedana Serdemê ya Efrînê di roja xwe ya 8’emîn de li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê berdewam dike. Hevseroka Meclîsa Tenduristî Anjêla Reşo û Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed hejmara şehîd û birîndarên sivîl eşkere kir.

PIRANIYA ŞEHÎD Û BIRÎNDARAN JIN Û ZAROK IN

Hevseroka Meclîsa Tenduristî Anjêla Reşo û Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed diyar kirin ku ji destpêka êrîşa artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî herêma Efrînê ve hejmara welatiyên sivîl ku şehîd bûne derketiye 50 kesan ku piraniya wan zarok û jin in. Her wiha hejmara welatiyên sivîl ên birîndar jî 137 kes in û piraniya wan jin û zarok in. Di nava welatiyên şehîd bûne de jî 6 kes ji heman malbatê ne û ji gundê Til Qirahê ya kantona Şehba koçber bibûn.

Di civînê de her wiha hate gotin ku hemû şehîd û birîndarên hatine nexweşxaneyên bajarê Efrînê bi wêne û dîmenan hatine belgekirin. Di derbarê birîndaran de jî kadroya tenduristî bi hemû hêz û derfetên xwe tevdigerin û diyar kirin ku gelek ji birîndaran rewşa wan metirsîdar e.

Di dawiyê de Hevseroka Meclîsa Tenduristî Anjêla Reşo û Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed bang li rêxistinên tenduristî kirin ku alîkariya wan a derman û pêdiviyên bijîşkî bikin.