TRT li xwe mikur hat: Artêşa Tirk sivîlan dikuje
Weşana fermî ya dewleta Tirkiyeyê TRT jî mikur hat ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê sîvîlan dike hedef.
Weşana fermî ya dewleta Tirkiyeyê TRT jî mikur hat ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê sîvîlan dike hedef.
Êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê di roja 9’an de didome. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî şervanên ku welatê xwe diparêzin nikare bi pêş ve biçe, ji ber vê jî sîvîlan dike hedef. Êrîş û qetlîama li ser kesên sîvîl ji aliyê weşana fermî ya dewleta Tirkiyeyê, TRT’yê jî hate qebûlkirin.
Di dîmenan de tê dîtin ku, nûçegîhanekî ku ji herêmê bi têlefonê beşdarî televîzyonê bûye û pêşkêşvana nûçeyan, gelek caran dubare dikin ku artêşa Tirk ‘sîvîlan dikin hedef.’