Nasnameya şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê û Şedadê hatin eşkerekirin

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîr û Şedadê de şehîd bibûn eşkere kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nnasnameya 4 şervanên YPG`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de û li Şedadê şehîd bibûn, eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: ʺPêngava Bagera Cizîrê a bi armanca rizgarkirina Dêre Zorê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de 3 şervanên me ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon hatibû lidarxistin de bi lehengî şer kirine û gihiştine şehadetê.

Herwiha şervanekî  me ku li Şedadê li erk û peywira xwe pêk danî, di encama qrîza dil de gihiştiye şehadetê.

Em weke YPG û YPJ`ê hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me re dixwazin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameyên şervanên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Diyab Yusifiyê

Nav û Paşnav: Beşar El Ewad

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Maslah

Cihê Jidayikbûnê: Çilaxa

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêre Zor / 22’ê Çileya 2018

***

Nasnav: Diyar Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed El Mesud

Navê Dayikê: Bizûne

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 24’ê Çileya 2018

***

Nasnav: Serbest Til Koçer

Nav û Paşnav: Ehmed Elî

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Fehed

Cihê Jidayikbûnê: Til Koçer

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêre Zor / 23’ê Çileya 2018

***

Nasnav: Şaho Hesekê

Nav û Paşnav: Basil Atiyê

Navê Dayikê: Foza

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêre Zor / 23’ê Çileya 2018