Şervana YPJ'ê Avesta Xabûr li dijî dagirkeran çalakiya fedayî kir

Li dijî hêzên Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê êrîş dikin, şervana YPJ'ê Avesta Xabûr çalakiya fedayî kir.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, duh (27'ê Çileyê) li gundê Hemamê, di dema şerê giran ê navbera hêzên dagirker ên Tirk û şervanên QSD'ê de, şervana YPJ'ê Avesta Xabûr 'çalakiya fedayî' kir.

Hat ragihandin, şervana YPJ'ê Avesta Xabûr a ji Efrînê, bi bombeyên li gel xwe kete nava tanka Tirkan û tevî leşkerên li hundirê tankê, tank îmha kiriye.

Tê payin ku li ser berfirehiya çalakiya Avesta Xabûr daxuyaniyek bê dayin.

Nasnameya şehîd Avesta Xabûr wiha ye:

Nasnav: Avesta Xabûr
Nav paşnav: Zelûh Hemo
Dem û cihê jidayikbûnê: 1998 / Bilbilê - Heleb
Dayik: Emîne Hemo
Bav: Ehmed Hemo
Dema tevlîbûna li nava refên YPJ'ê: 2014