QSD: 13 leşker û çete hatin kuştin
QSD’ê ragihand ku di şerê ji duh ve li Kantona Şeba ya herêma Efrînê heta sibe qewimî de 13 leşkerên arêşa Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.
QSD’ê ragihand ku di şerê ji duh ve li Kantona Şeba ya herêma Efrînê heta sibe qewimî de 13 leşkerên arêşa Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamê şerê ji duh ve li Kantona Şehbayê di navbera hêzên wan û artêşa Tirk û çeteyan de heta sibehê qewimî eşkere kir.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
ʺLi Kantona Şehbayê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de saet 12:30’ê şevê heta ber sibehê şerê giran rûdan.
Di saet 12:30’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Tiwêse kirin. Hêzên me bersiveke tund dane êrîşan. Her wiha hêzên me 2 nuqteyên Tirk li gundê Kilcibrîn a bejahiya Ezazê û bargeheke din nêzî Marî û bargeheke Kefre yê nêzî gundê El-Şealê û nuqteyeke çeteyan li Til Malid bi çekên giran topbaran kirin.
Her wiha artêşa Tirk û çeteyên Diri El-Firat 51 top avêtin Til Cîcan, Bendava Şehba, El-Hisye, Til Medîq û Til Rifet.
Şerên giran heta saet 5:00`ê sibê dewam kir. Di encama van şeran de, gelek leşkerên artêşa Tirk û çeteyên Diri El-Firat hatin kuştin. Ji wan 13 kuştî hatin zelalkirin. Ji van kuştiyan 2 li gundê Tiwêse, 2 li Eyn Deqne û zêdetirî 8`an jî li nûqteyên din hatin kuştin û gelek leşker û çeteyên din jî birîndar bûn.ʺ