ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Racoyê çalakî: 2 jê serçete 7 çete hatin kuştin
Li gundê Diqê ya Racoyê şervanên YPG/YPJ’ê li dijî çeteyan çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 7 çete hatin kuştin. -
Ji nava kavilên Reqayê Partiya Sûriyeya Paşerojê ava bû
Partiya Sûriyeya Paşerojê ku hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê di nava xwe de vedihewîne, hem dixwaze aloziya li Sûriyeyê çareser bike, hem jî bibe temsîlê civaka Sûriyeyê li tevahiya cîhanê. -
Li Efrînê 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin
YPG/YPJ’ê li ser rêya Cindirês-Efrînê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û bi kêmanî 6 leşker jî birîndar bûn. -
Leşkerên Tirk berê êşkence lê kir piştre jî gule lê reşand!
Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Bakur û Rojava berê êşkence bi ciwanê bi navê Abdulfetah Fehmî ê ji Qamişlo kir. Leşkeran piştre jî Fehmî kêr kirin û gule li wî barand. -
YPG'ê nasnameya 6 şehîdên Efrînê eşkere kir
YPG'ê nasnameya 6 şervanên xwe yên li Efrînê di berxwedana dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûn eşkere kir. -
Roj bi roj, komkujiyên ku rejîma Erdogan li Efrînê kiriye
Ji 20'ê Çileyê ve di êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de li Efrînê zêdeyî 300 sivîl hatin kuştin, hezar 200 sivîl jî birîndar bûn. Piraniya wan jin û zarok in. -
16 leşker û çeteyên Tirk li Efrînê hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ'ê li navenda Efrînê li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin. Herî kêm 16 leşker û çete hatin kuştin. -
ANF li Til Rifatê ye: Artêşa Tirk û çeteyên wê lê xuya nakin
Derket holê ku nûçeyên medyaya Tirk û Rudaw TV a ku têkildarî ketina artêşa Tirk a Serokkomarê Tirk û komên çeteyên girêdayî wê ya Til Rifat a girêdayî Şehba ya Rojava derew in. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Berzan spartin axê
Li navçeya Tirbespiyê bi tevlîbûna sedan welatiyan ve cenazeyê şervanê YPG’ê Dara Berzan (Xalid Tirbespiyê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr spartin axê. -
YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di encama qezaya trafîkê de şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Yûsiv: Li Efrînê avaniya demografik tê guhartin, qirkirin heye
Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsiv got dewleta Tirk li gel çeteyên ku li Efrînê bi cih kirin qirkeriya etnik dike. -
Bi sed hezaran Efrînî di şertên dijwar de li ber xwe didin
Beşeke biçûk a Efrîniyên ku ji neçarî koçî herêma Şehbayê kiribûn, di konan de bi cih bûn. -
Li Efrînê teqîn: Gelek leşker mirin û birîndar bûn
Li navenda Efrînê duh teqînek pêk hat û hate diyarkirin ku ji ber vê teqînê gelek leşkerên mirî û birîndar hene. -
QSD’ê li Reqayê yekemîn Alaya Leşkerî ava kir
Li Reqayê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yekemîn Alaya Leşkerî ya bi navê Îlan Kobanê ku ji 2 tugayên leşkerî pêk tê ava kir. -
Li Hesekê cenazeyê şehîdê Berxwedana Serdemê Emar hate veşartin
Welatiyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Mehemed El Siûd (Emar) ê li navçeya Şedadê şehîd bibû, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar veşartin. Her wiha di merasîmê de şervanê YPG’ê Hesen Nebîko (Hesen Bêrîtan) jî hate bîranîn. -
Li Babê çeteyên Erdoğan bi hev dikevin
Li herêma Babê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye di navbera çeteyên Ahrar El Şarqiya û Firqat el Hamza de şer rû dide. -
Heyva Sor a Kurdistan: Em ê hemû derfetên xwe ji bo Efrînê seferber bikin
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku ji bo gelên Efrînê bi tenê nemînin û pêdiviyên wan di asta herî baş de werin bicihanîn, wê hemû derfetên xwe seferber bikin. -
Meclîsa tendirustiyê ya Efrîn û Şehbayê banga alîkariya dermanan kir
Meclîsa Tendirustiyê ya Efrînê û ya Şehbayê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku li herêma Şehbayê bi sed hezaran kes ji xizmetên tendirustiyê û dermanan bêpar mane û banga alîkarî û hevgirtinê kirin. -
Efrîniyên ku koçî Şehbayê kirine bi hêvî ne
Efrîniyên ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ji warê xwe koç kirine, herçiqas li Şehbayê di nav şertên giran de dijîn jî dibêjin “Me ji bo vê axê gelek şehîd dan, hêja ye ku em ji bo axa xwe li ber xwe bidin.” -
Şehîdê Efrînê Qehreman Cûdî hate bibîranîn
Li Girkê Legê Qehreman Cûdî (Remedan Biço) ku 11’ê Adarê di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de şehîd bûbû, bi merasîmekê hate bibîranîn. -
Ji bo penaberên Efrînê derman hate şandin
Piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê Efrînî derbasî herêma Şehbayê bûbûn û alîkariya destpêkê ya dermanan gihişt Efrîniyan. -
Li Dêra Zorê ji bo Efrînê kampanya hevgirtinê dest pê kir
Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê ji bo Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk neçar man ku koç bikin, dest bi kampanya hevgirtinê kir. -
Duh Kobanê, îro jî Efrîn
"Kobanê jî hat wêrankirin û me gelek Egîd û qehreman jî tê de dan. Lê di dawiya dawî de Kobanê bi ser ket. Efrîn jî wê bi ser bikeve û dagirker jî çiqas emrê wan dirêj be wê biçin." -
Gelên cîhan ji bo Efrînê daketin qadan
Bi wesîleya 24’ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê li gelek welatan meş û mîtîng hatin lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî çalakiyan bûn. -
Li navenda Efrînê çalakî: 19 çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ'ê li Sîna nêzî Qada Kawa ya li navenda bajarê Efrînê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 19 çete hatin kuştin, 4 wesayît hatin rûxandin.