Duh Kobanê, îro jî Efrîn

"Kobanê jî hat wêrankirin û me gelek Egîd û qehreman jî tê de dan. Lê di dawiya dawî de Kobanê bi ser ket. Efrîn jî wê bi ser bikeve û dagirker jî çiqas emrê wan dirêj be wê biçin."

Duh Kobanê bû û îro jî Efrîn e. Yên ku li Efrînê li ber dagirkeriya Tirk radibin û yên li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê şer kirin yek in. Gelê Kobanê ji her kesî bêhtir bi vê rastiyê zane û ji ber vê yekê bi berxwedana Efrînê re dijî.

Dibêjin ên dîtî û jiyayî ne wek ên bihîstî ne. Di roja piştgiriya Efrîn de her kesekî li Kobanê derket kolanan, Kobanê û Efrîn bi hev re dipîvandin. Ew roja 1'ê Mijdara 2014'an ku her kes ji bo bajarê Kobanê rabû û îro jî ji bo Efrîn divê her kes rabe.

Li gorî nimûneyên li cîhanê, cografya diçe û tê, lê ya girîng îradeya mirovane. Lewma Efrînî dibêjin 'em bi ser ketine, îradeya me bi ser ketiye. Ji ber ji dagirkeran re gotin NA. Na ji we re'.

Şêniyên Kobanê xweş bi vê qonaxê zanin. Ku ji DAÎŞ'ê re gotibûn 'Em te qebûl nakin û tu dikarî erdê me dagir bike, lê ti carî nikare bi vîn û îradeya me."

Fatme Oso ji bo berxwedana serdemê wiha ji me re got: "Kobanê jî hat wêrankirin û me gelek Egîd û qehreman jî tê de dan. Lê di dawiya dawî de Kobanê bi ser ket. Efrîn jî wê bi ser bikeve û dagirker jî çiqas emrê wan dirêj be wê biçin."

Fatme Oso bi temenê xwe yê 55 salî bi hestên dayikekê got "Bila dinya çav û guhên xwe ji dagirkeriya Erdoğan re negire. Erdoğan çete li dora xwe kom kiriye û talanê û wêranê dikin. Diz ti carî nikarin miletan rizgar bikin, ev dizin diz."

Fatme Oso hema bi dilekî şewitî behsa hinek Kurdên ku Erdoğan dike û dibêje, "Bes e, her tişt eşkere bû. Bila vegerin ser rêya rast û xwe ji hembêza Erdoğan vekişînin."