Li Hesekê cenazeyê şehîdê Berxwedana Serdemê Emar hate veşartin

Welatiyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Mehemed El Siûd (Emar) ê li navçeya Şedadê şehîd bibû, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar veşartin. Her wiha di merasîmê de şervanê YPG’ê Hesen Nebîko (Hesen Bêrîtan) jî hate bîranîn.

Girseya gel, piştî ku cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed El-Siûd (Emar) ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê bi merasîmeke heybet ve veşartin.

Li şehîdgehê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesna Xelef axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bejna xwe li hemberî lehengiya şehîdan ditewînin. Şehîd pêşengên me yên manewî ne. Em soz didin ku em ê xeta wan a têkoşînê dewam bikin.ʺ

Di dewama merasîmê de li ser navê YPG’ê Welat Hesekê jî axivî û destnîşan kir ku weke YPG/YPJ û QSD’ê wê li dijî dagirkeriyê têkoşînê bikin. Dîsa endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya TEV-DEM’ê Ebdulfetah Fatimê jî axivî û diyar kir ku wê gelê Kurd li dijî her cûre êrîşên hov ên artêşa Tirk berxwedana xwe dom bike.

Her wiha şehîd di merasîmê de şervanê YPG'ê Hesen Nebîko (Hesen Bêrîtan) ê di berxwedana Efrînê de şehîd bibû û cenazeyê wî li Efrînê hatibû veşartin jî hate bîranîn.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namire’ û tilîliyên dayikan veşartin.