Li Babê çeteyên Erdoğan bi hev dikevin
Li herêma Babê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye di navbera çeteyên Ahrar El Şarqiya û Firqat el Hamza de şer rû dide.
Li herêma Babê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye di navbera çeteyên Ahrar El Şarqiya û Firqat el Hamza de şer rû dide.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şer li nêzî dibistana Hamza girantir bûye. Her du komên çete girêdayî dewleta Tirk e. Têkildarî encamên şer ti agahî nehate bidestxistin.
Çete roja Yekşemê jî bi hev ketibûn û bibûn sedemê mirina sivîlan.
Li aliyê din îro danê sibê li gundê Elenderiliye yê dikeve bakurê bajarokê Qubasin yê Babê teqînek çêbibû. Encamên teqînê jî nehate zanîn.