Bi sed hezaran Efrînî di şertên dijwar de li ber xwe didin

Beşeke biçûk a Efrîniyên ku ji neçarî koçî herêma Şehbayê kiribûn, di konan de bi cih bûn.

Piştî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sed hezaran gelê ji Efrînê ji neçarî koçî Kantona Şehbayê kiribûn, di şertên dijwar de li ber xwe didin.

Gelê Efrînî yê ku ji destpêka şerê li Sûriyeyê deriyê xwe ji gelek penaberan re vekiribû, piştî êrîşên dagirker ên dewleta Tirkiyeyê dîsa koç kir.

Gelê Efrînê yê ku li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên barbar berxwedaneke dîrokî ava kirin û mal û warên wan hatin hilweşandin, li Şehbayê li hewş, camî, dibistan û şertên dijwar de dijîn.

Koçberên Efrînê yên ku Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariyê yên navneteweyî heta niha tu alîkarî nedane awan, bi piştgiriya gelê Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê li ser lingan dimînin.

Konên ku ji aliyê rêveberiya Kantona Şehbayê û rêveberiya Kantona Efrînê hatibûn vegirtin, penaber lê hatin bicihkirin. Gelek malbatên koçber di van konan de bi cih bûn.

Lê pêdiviyên li kampê gelekî zêde ne. Bi hezaran malbatên ji Efrînê li Şehbayê li derve, li camî, dibistan û li nav darên zeytûnan dijîn. Carinan 3,4 malbat bi hev re dijîn.

Li gorî texmînan piştî dagirkeriya Tirkiyeyê di navbera 150 hezar û 200 hezar kesên ji Efrînê li herêma Şehbayê bi cih bûne. Karê hejmartina penaberan a ji aliyê Kantona Şehbayê û Kantona Efrînê jî didome.