ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Berdevkê YPG’ê yê Efrînê: Ji bo me qonaxa êrîşê dest pê kir!
Berdevkê YPG’ê yê Efrînê Birûsk Hesekê diyar kir ku berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk didome û wiha got; “Em ji pêvajoya parastinê derbasî pêvajoya êrîşê bûn. Ji niha û pêve bê dûdilî nuqteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyan wê bibe hedefa me." -
Salih Muslum: Li Efrînê şerê gerîla hate destpêkirin
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û Serokê berê yê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku têkoşîna li Efrînê derbasî qonaxeke nû bûye û got, “Gel ji bo ewlekariyê hate derxistin. YPG û YPJ êdî ew ê şerê gerîla bimeşîne.” -
Cenazeyê şervanên YPG’ê Ehmed û Cewîd hate veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Ela Ehmed û Cewîd Îbrahîm bi merasîmeke li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê. -
Rêveberiya Efrînê: Têkoşîna li dijî dagirkeriyê ew ê bidome
Rêveberiya xweser a Kantona Efrînê diyar kir ku ji bo sivîl neyên qetilkirin wan sivîl ji bajêr derxistine. Rêveberiya destnîşan kir ku şer derbasî qonaxeke nû bûye. -
Nasnameya 6 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnamaya 6 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. -
Bi hezaran sivîlên li Şerawayê bi komkujiyê re rû bi rû ne
Artêşa Tirk a dagirker ku ji bo dagirkirin û qirkirinê êrîşî Efrînê dike, dor li hezaran sivîlên li gundê Basutê yê navçeya Şêrawa girt. Agahî ji sivîlan nayê girtin. -
Li Efrînê êrîşên ji bo qirkirinê
Ji ber êrîşên qirkirinê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, heta niha zêdeyî 300 sivîl mirine ku gelek ji wan jin, zarok û extiyar in. Bi sedan sivîl jî birîndar bûn. -
QSD: Pêngava Bagera Cizîrê hate rawestandin!
Hate ragihandin, Pêngava Bagera Cizîrê ku li rojhilatê Firatê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê tê kirin, ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, ji bo demekê hatiye rawestandin. -
Li Efrînê bomberdûman û şer
Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan di roja 58'an de ne. Li taxên derdora Efrînê şerekî dijwar diqewime. Artêşa dagirker bombeyan li bajêr dibarîne. -
Çeteyê DAÎŞ'ê yê Tirk-Elman axivî
Çeteyê DAÎŞ'ê yê welatiyê Tirk-Elman Ergün Orhan, di pêngava Dêra Zorê de radestî YPG'ê bû. Çeteyê DAÎŞ'ê qala têkiliyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk kir. -
Artêşa Tirk ji hewa û bejahiyê ve êrîşî navenda Efrînê dike
Êrîşên artêşa Tirk a qirker û dagirker ya li ser Efrînê dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker ji hewa û bejahiyê ve êrîşî bajêr dike. Efrîn a ku bi hezaran sivîl lê dijîn tê bombe kirin. -
Cenazeyê şehîdên Berxwedana Serdemê Elî û Ehmed sipartin axê
Bi hezaran welatiyên Qamişlo cenazeyên şehîdên Berxwedana Serdemê Hacî Elî (Riyad Qamişlo) û Ehmed Ehmed (Şervan Qamişlo) li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, spartin axê. -
QSD: Dîmenên ku çapemeniya Tirk belav kirîn dûrî rastiyê ne
QSD’ê têkildaîr bomberdûmana balafirê şer ên artêşa Tirk a dagirker ya li ser Nexweşxaneya Avrînê daxuyaniyek da û got, dewleta Tirk û çapemeniya wê dixwaze sûcên şer ên li hermêm veşêrin. -
Derwêş: Em amadene Minbicê biparêzin
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ê bersiva gefên li ser Minbicê da û got, em amadene bajar ji her cûre êrîşan biparêzin. -
Mala li Efrînê hate bombe kirin mirov di bin enqazande mane
Êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Efrînê dom dike. Di encama bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker ya li ser maleke li taxa Eşrefiyê de, mirov di bin enqazan de mane. -
Bomberdûmankirina Nexweşxaneya Avrîn hate protestokirin
Meclîsa Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê lidar xistî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Nexweşxaneya Avrînê protestokirin. -
Cenazeyekî li kêleka rê veşartin
Xebatkarên Heyva Sor a Kurd cenazeyê sîvîlekî veşartin ê ku di dagirkirina Efrînê de hatibû qetilkirin. -
Li Efrînê bombebaran: Sivîl di bin enqazê de man
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi ser Efrînê û komkujiyên li ser sivîlan di roja 57’an de didome. Bombe li avahiyeke bajêr hate barandin, 3 sivîl di binê enqazê de man. -
Dîmenên dawî yên ji Nexweşxaneya Avrîn a hatî bombe kirin
Artêşa Tirk a dagirker nexwexşaneya Avrin a Efrînê bombebaran kir, dîmênên nexweşxaneyê ji aliyê çavkaniyên xwecih yên li Efrînê ve hate kişandin. Roja 16’ê Adarê di êrîşa pêkhatî de 16 sivîlan şehîd bûn. -
Artêşa Tirk piştrast kir ku nexweşxaneya Efrînê bombe kiriye!
Artêşa Tirk a dagirker li ser hesabê xwe yê twitterê têkildarî bomberdûmankirina nexweşxaneya Avrînê ya li Efrînê îddîa kir ku ‘Nûçeyên bomberdûmankirina nexweşxaneyê ne rast e’. Lê di dîmenan de tê dîtin ku ew xwe derewîn derdixe. -
Li Efrînê wesayitên sivîl kirin hedef: Bi dehan kes hatin kuştin
Artêşa Tirk a a dagirker êrîşên li ser sîvîlan ên li Efîrînê di roja 57’an de didomîne. Di derketina bajêr de bi obûsan li konvoya sivîlan da. Bi dehan sivîl hatin kuştin. -
Dewleta Tirk îro li Efrînê 47 sivîl kuştin
Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên qirkirinê yên bi ser Efrînê de îro 16 jê zarok, 14 jê jin, 47 sivîl kuştin. Gelek sivîl jî birîndar bûn. -
NÛ BÛ-Artêşa Tirk Nexweşxaneya Avrîn bombe kir: Herî kêm 15 sivîl şehîd bûne
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li Nexweşxaneya Avrîn a ji roja yekem a êrîşên li ser Efrînê ve gelek birîndarên ku jin û zarok jî di nav de tê dermankirin, barand. Di bomberdûmanê de herî kêm 15 sivîl şehîd, bi dehan sivîl jî birîndar bûne. -
Cenazeyên Umer Elûş û şervanên YPG û QSD’ê hatin veşatin
Bi hezaran welatiyên herêma Firatê cenzeyên Umer Elûş û şervanên YPG/QSDʹê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle veşartin. -
Ji bo kesên ji Efrînê koçî çola Şehbayê dike banga lezgîn a alîkariyê
Buroya Karê Koçberan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk, bi deh hezaran kesên ji Efrînê neçar man ku koçî çola Şehbayê bibin, banga lezgîn a alîkariyê hate kirin.